BI DÎMEN

Li Wanê her der qada berxwedanê ye!

Li gelek deverên Wanê li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê meş û çalakiyan destpê kirin.

BERXWEDANA LI WANÊ

Li dijî dagirkerî û talankeriya AKP'ê ya li ser îradeya gelê Wanê, li gelek deverên bajêr gel dest bi berxwedanê kir.

Li bajêr dikan nehatin vekirin, ji 7 nuqteyan meşê destpê kir. Bi sedan kes dirûşma "Abdullah Zeydan rûmeta me ye" diqîrin.

Li hin deveran polîsan êriş birin ser gel. Gel jî li hemberî vê yekê bend danî.

Girseya gel heta kolana Cûmhûriyetê meşiya ku dorpêçkirî ye.

Polîs bi bombeyêng azê û ava şid êrîşî gel dikin.

Berxwedana gel a li hemberî êrişan dewam dike. Ji gelek nuqteyan girseya gel ber bi Kolan Cûmhûriyetê ve dimeşe.