BI DÎMEN

Li Wanê deh hezaran kes dimeşin: Polîsan êrîş kir, berxwedana gel didome

Li Wanê piştî daxuyaniyê deh hezaran kes ber bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ve dest bi meşê kirin.

Li Wanê piştî daxuyaniya bi beşdariya rêveber û parlamenterên DEM Partiyê deh hezaran kes ber bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ya li Edliyeya Wanê ve dest bi meşê kirin. 

Deh hezaran kesên derbasî Cadeya Mereşê bûn, bi dirûşmeyan dimeşin. Polîsan li vir carek din êrîşî gel kir.

Polîsên Tirk bi TOMA, bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş gel kir. Di êrîşê de parlamenter jî hatin hedefgirtin. Di dema ku gel bi giranî ji bikaranîna gazê bandor bû, gelek çalakger rastî tundiya polîsan hatin. Rageşiya li bajêr didome.