BI DÎMEN

Li Wanê bi deh hezaran kes li ber xwe didin: Heta ku em encamê werdigirin, em ê têbikoşin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got: “Ji vê hesaba şaş vegerin.” Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku heta mazbatên wan tên îadekirin, ew ê têkoşînê bidomînin.

BERXWEDANA LI WANÊ DIDOME

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna xwe li avahiya Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê li dar xist. Piştî civînê jî ji pêşiya Perîhan AVM’ê ber bi navenda bajar ve meş hat lidarxistin. Bi deh hezaran kes tev li meşê bûn û gelek caran dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “Heq, hiqûq, edalet” hatin berzkirin. Piştî meşê jî li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî hate dayîn.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li vir bangî gel kir û wiha got: “Min di mitînga Wanê ya demek berê de gotibû ku Wan dilê kurdan, dilê Kurdistanê ye. Xelkê Wanê di Newrozê de, di hilbijartinê de û îro li vê derê nîşan da ku dê tu zext, zilm û pergalên qeyûm nekarin sekna wan a rûmet a ji bo daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelê kurd têk bibin. Piştrast bin ku li ku derê û di kîjan demê de dibe bila bibe em bi navê Wanê serfiraz dibin. Yên ku du serdeman qeyûm li îradeya me tayîn kirin niha jî hewl didin bi rêya kompasê bi rêya darbeya siyasî û darazê dîsa vîna xelkê Wanê xesp bike. Em ê destûrê nedin vê. Tevî hemû zextan, copan, qonataxa tifingan û gaza îsotê jî heta ku em bi awayeke birûmet li ba hev bisekinin dê tu caren nekarin darbeyên xwe yên siyasî û yên darzê bi ser bixin. Em li vir soz didin we ku dê her 14 şaredariyên xwe jî biparêzin.”

Bakirhan, got ku tu kes nikare îradeya xelkê Wanê xesp bike û wiha pê de çû: “Hesabên li tarîtiyên Enqereyê de hatine kirin, neçarin ku li dîwarê Keleha Wanê bikevin û parçe parçe bibin. Ew dibêjin qey em ê vê neheqiyê daqurtînin. Em careke din bang dikink ku îrazeya xelkê Wanê, mazbataya wan teslîmî wan bikin. Ez dixwazim bangî YSK’ê bikim; em nebin amûrên vê darbeya siyasî. We bi destê xwe namzetiya Abdullah Zeydan erê kir û we got; ‘dikarî bibî namzet.’ Niha jî li pişt biryara xwe bisekinin. Ji kerema xwe nekevin bin zexta hikûmeta ku di vê hilbijartinê de ji gelên Tirkiyeyê bersiva pêwîst girtî. Hêvîdarim ku hûn îradeya gel tune nehesibînin.

Bangekî me jî ji bo namzetê AKP’ê ye. Heke tu kurd bî, heke tu kesekî bawermend bî û heke tu kesekî ji vê xakê bî, bi vê lîstikê nexape. Mazbatayê qebûl neke. Sibe dusibe dema li kolanên Wanê digerî dê mîna serşoran bimeşî. Li gel îktîdara AKP-MHP’ê ku dixwaze îradeya gelê me xesp bike cih negire. Gelê kurd gelekî birûmet e. Yên qenciyê dikin jî yên dibin amûrên kompasê jî ji bîr nake. Heke tu bixwazî bi wijdanî, birûmet û serbilind di nava gel de bijî, wê demê destê xwe dirêjî mafê serokên me Abdullah û Neslîhanê neke.

Li çar aliyên Tirkiyeyê hilbijartina Wanê di rojevê de ye. Cara ewil e ku Tirkiye di li dijî biryara derhiqûqî û neheq a derheqê Wanê de wiha bûye tifaqeke mezin. Ez li vir spasiya hemû partiyên siyasî yên xwedî li îradeya xelkê Wanê derketî, li pêşengan, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ked û pîşeyê dikim. Piştrast bin ku cara ewil e gelên Tirkiyeyê, kedkarên wê, bindestên wê wiha bi awayekî xurt piştevaniyê dide xelkê Wanê. Mereq nekin hûn bi tenê nînin. Kedkar û xizanên li her çar aliyên Tirkiyeyê bi we re ne. Ez careke din bang li îktîdara AKP’ê dikim; heta ku hûn îradeya vî gelî xesp bikin hûn dê neçarî têkçûnê bin. Hûn di 31’ê Adarê de têk çûn. Ji vê rêya xwe ya xelet zivirin, ev rê ne tu rê ye. Ev rê dernakeve tu cihan. Hesabên we yên xelet mîna duh îro jî tune bûn.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Dema em li vê derê diaxivin, em bangî 85 milyon welatiyên Wanê dikin. YSK a ku namzetiya serokê me Abdullah Zeydan erê kirî, ji bo hilbijartinê 48 saet mabûn û ji mesaiyê re 5 deqe mabûn ku têkildarî namzetiyê pirsgirêkê radigihîne. Beriya ku ev pirsgirêka bi DEM Partiyê re were parvekirin, ji ewil ji AKP’ê re, ji namzetê AKP’ê re tê şandin. Dema hilbijartin pêk tên jî li dijî me kompasê çêdikin. Lê hûn dê vê kompasa wan vala derxînin. Em bang li YSK’ê dikin; Lijneya Hilbijartinê ya Bajar li hemberî dengekî bi 2 dengan ev biryar da. Me jî li gel parêzerên hêja, li gel rayedarên partiyê xebatek meşand û îtîrazeke berfireh ji YSK’ê re şand. Heta ku ev îtîraz bi awayekî fermî biencam dibe, weke DEM Partiyê em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Heta ku serok Abdullah mazbataya xwe digire jî dê têkoşîna me bidome. Me civîna MYK’ê li vir li dar xist. Heta ku biryareke erênî tê dayîn ku em ê tevî koma MYK’ê, PM’ê û parlamenterên xwe li Wanê bin. Em ê vê têkoşînê li gel xelkê Wanê bidomînin.”