Li Şirnexê encamên rast ên hilbijartinê, li ser pankarta DEM Partiyê ne

DEM Partiyê encamên rast ên hilbijartina şaredariya Şirnexê ya ku bi veguheztina hezaran leşker û polîsan hate desteserkirin, kir pankart û bi avahiya xwe ve daliqand.

Rejîma AKP’ê di hilbijartinên xwecihî de bi rengekî îlegal bi hezaran leşker û polîs veguhezt Şirnexê, encamên hilbijartinê li gorî xwe veguherand û şaredarî desteser kir.

Rêxistina Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamên rast ên hilbijartina 31’ê Adarê kir pankart û bi avahiya xwe ve daliqand.

Li ser pankartê agahî hatine bicihkirin ku kîjan partiyê çiqas deng standine û çend leşker û polîs hatine veguheztina bajêr.

Li ser pankartê hate diyarkirin ku hejmara dengan a DEM Partiyê 15 hezar û 553 e, ya AKP’ê jî 11 hezar û 492 e û hejmara leşkerên veguheztî jî 6 hezar û 541 e.