BI DÎMEN

Hevşaredarên Mêrdînê mazbata wergirtin: Em ê ji bo Wanê berxwedana xwe bidomînin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên DEM Partiyê yên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk îro bi gel re çûn edliyeyê û mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredaran ji bo Wanê peyamên berxwedanê dan.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) bi ferqeke mezin a dengan li 6 şaredariyên navçeyan û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dest xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk jî ji bo wergirtina mazbatayên xwe li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Bajar hatin gel hev û tevî gel ber bi edliyeyê ve meşiyan. Di meşê de gelek caran xespkirina vîna xelkê Wanê hate protesto kirin û bi dirûşman berxwedana gel hate silavkirin. Demîr û Turk piştre jî derbasî Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bûn û mazbatayên xwe wergirtin.

Piştre jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Hevşaredar Devrîm Demîr got ku ji bo xizmeta gelê Mêrdînê ya ji destê wan tê dê bikin. Demîr nedayîna mazbataya Zeydan bi bîr xist û got ku weke duh dê gelê Kurd îro jî xwedî li vîna xwe derkeve.

Hevşaredar Turk jî got ku serkeftina wan ne tenê ya gelê Kurd, ya gelên Ereb û Suryan jî ye û wiha bal kişand ser xespkirina vîna xelkê Wanê: “Dixwazin bi lîstikên cuda îradeya gelê Kurd xesp bikin. Heta ku ev derhiqûqtî hebin dê gelê Kurd jî bêdeng nemîne.”

Turk da zanîn ku qeyûm şaredariyê vala dike û ev tişt anî ziman: “Dev ji malê şaredariyê berdin, heta kursiyên di hundirê wê de jî ji wir derdixînin. Bi krediyên demên dawî re malê şaredariyê ji şaredariyên AKP’î re şand û dixwaze wisa bike ku em nekarin bixebitin.”

Piştî daxuyaniyê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji bo biçe Wanê bi rê ket.