FEDA: Şaredarî yên gelan e, nayên desteserkirin!

FEDA'yê da xuyakirin ku AKP a ku nikare şaredariyan bi hilbijartinê bi dest bixe, dixwaze bi rêya qeyûman şaredariyên Kurdan bidize û vê yekê li Wanê da destpêkirin.

FEDA BERTEK NÎŞANÎ XESPKIRINÊ DA

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi sernavê “Şaredarî yên gelan e, nayên desteserkirin” daxuyanî da.

Daxuyaniya FEDA’yê wiha ye:

“Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê careke din dixwaze vîna Kurdan bişkîne. Desthilat bi awayekî derqanûn 3 hilbijartinên dawî yên rêveberiyên xwecihî de tevî her cure zext, zilm û sextekarî li şûna hevşaredarên bi dengên bilind hatin hilbijartin qeyûm tayîn kirin, Desthilata ku mafê dengdanê û hilbijartinê ji Kurdan girtiye, di 2’ê Nîsanê de mazbatayê bide Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û diyarî namzetê xwe kir.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tevî hemû zext û hîleyan têk çû. Desthilatdariya faşîst a ku nikare krîzên piralî bi rê ve bibe û li şûna çareserkirina pirsgirêkên me yên qedîm, di şer, dagirkerî û tecrîdê de israr dike, çav bera şaredariyên ku gelê me bi têkoşîneke bêhempa bi dest xistine daye. Birêz Abdullah Zeydan ê ku serlêdana wî ji aliyê YSK'ê ve li gorî xalên Destûra Bingehîn û qanûnên têkildar hat qebûlkirin û beriya hilbijartinê tu pirsgirêkên wî yên hiqûqî tunebû, bi talîmata Wezîrê Edaletê mafê wî xesp kirin.

DEM Partî di hilbijartinê de li Kurdistanê 78 şaredarî bi dest xist, bi taybetî jî 14 şaredariyên Wanê bi dest xist. Desthilat hewl didin li dijî şaredariyên DEM Partiyê bi biryarnameyên neqanûnî operasyonekê pêk bînin û bi rejîma qayûman a mîna waliyên mêtinger mafê dengdanê ya gel xesp bikin. Desthilata ku dizanîbp DEM Partî li Şirnex, Qers û Bedlîsê qezenc bike hilbijêrên veguhestî yên ku ji leşker û polîsan pêk dijhat anîn van bajaranbi hîleyan xesp kir. Desthilatdariya ku nikare şaredariyan bi hilbijartinê bi dest bixe dixwaze bi rêya qeyûman şaredariyên Kurdan bidize, vê yekê li Wanê da destpêkirin. Em Elewî vê yekê ji Balim Sultan ê ku di sala 1501’an de ji bo dergaha Hacî Bektaş hatiye tayînkirin dizanin. Em ji şêxên Nakşîbendî yên ku di dema Mahmûd ê Duyemîn de ji bo dergahên Hecî Bektaş hatine tayînkirin dizanin. Em vê zîhniyetê ji desthilatdariya bêdad dizanin û dizanin ku cemxaneyên me weke îbadetxane qebûl nakin, zarokên me dixin dersên olî yên mecbûrî û Midûriyeta Çanda Elewiyan a Bektaşî ava dike. Em li dijî vê zîhniyeta qirêj bi gelê Wanê, gelê Kurd re ne. Daxwazên wan ên rewa yên demokratîk daxwazên me ne.

Kurdistan li hemberî rejîma qeyûman hewlesta xwe li ser sindoqên dengdanê bi zelalî nîşan da. Em ji desthilatê û her kesî re dibêjin ku rêz nîşanî vê vînê bidin. Îsrara di înkar û desteserkirinê, tê wateya krîz û kaosek mezin. Em bang li desthilatê dikin ku demildest dest ji van biryar û gavên neqanûnî û xelet berde.

Birêz Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê gelê Wanê ye. Heger pêşî li vê bêhiqûqiya ku vîna gelê Wanê û Kurdan neyê girtin, wê vîna gelên Stenbol, Enqere û tevahî Tirkiyeyê di xetereyê de be. Weke FEDA em rejîma qeyûman red dikin û diyar dikin ku em li cem têkoşîna mafdar a gelê xwe ne. Em bang li hêzên ku li welat û Ewropayê piştgiriyê didin demokrasiyê û beşên mezlûm û mexdûr ên civakê dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê derkevin, bibin yek û bi hev re têbikoşin."