FED-MED NRW: Li dijî desteserkirina îradeya gel, dakevin kolanan
FED-MED NRW’ê li dijî derbeya AKP’ê li Wanê, daxuyaniyeke nivîskî da û bang li hemû kesê kir ku li dijî vê bihûqiyê dakevin qadan.
FED-MED NRW’ê li dijî derbeya AKP’ê li Wanê, daxuyaniyeke nivîskî da û bang li hemû kesê kir ku li dijî vê bihûqiyê dakevin qadan.
Federasyona Civakên Azad ên Mezopotamya li NRW (FED-MED NRW) têkildarî derbeya AKP’ê ya li Wanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya FED-MED NRW’ê bi vî rengî ye:
“Desteserkirin û destwerdanên li dijî pêvajoyên demokratîk ên welatê me û vîna gel me hemûyan xemgîn kir.
Bi taybetî desteserkirina şaredariyên bi vîna azad a gelan di hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adarê de ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ve baweriya me ya bi demokrasiyê dihejîne.
Ev bûyerên ku li Wan, Hîlwan, Şirnex, Bedlîs, Qers û gelek cihên din qewimîn neheqiyeke mezin e li hemberî demokrasî û vîna gel.
Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, bi tinehesibandina mafên demokratîk, şaredarên hilbijartî ji wezîfeyên wan digire û li şûna wan qeyûman tayîn dike.
Di vê pêvajoya dijwar de banga me ji hemû welatiyên me re ev e:
Demokrasî, vîna gelan û azadiyê biparêzin! Li kolanan werin cem hev û mafên xwe yên demokratîk bi awayekî herî xurt bi kar bînin. Dengê xwe bidin bihîstin, piştgirî bidin şaredarî û şaredarên xwe yên hilbijartî.
Ji bîr nekin, parastin û xurtkirina demokrasiyê erka me ya hevpar e.
Li dijî van pêkanînên dijhiqûqî yên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê divê em bi hev re têbikoşin.
Di yekîtî û hevgirtinê de demokrasî bê parastin û rêz li îradeya gel bê girtin. Tevahî pekhate meclîs û komunên federesyona me werin em ji bo aştî û aramiya welatê xwe piştgiriyê bidin demokrasî, azadî û edaletê. Em bi hev re xurt in, em ê bi hev re bi ser bikevin.”