BI DÎMEN

'Em weke civak li ber desteserkirina îradeya gelê Wanê rabin'

Lezgîn Botan li hemberî desteserkirina destketiyên gelê Kurd ê li Wanê banga têkoşîneke topyekûn kir.

LEZGÎN BOTAN NERAZÎBÛN NÎŞANÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ DA

Parlamenterê berê yê Wanê yê ji HDP'ê Lezgîn Botan anî ziman ku desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke tolhildana desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst a ji serketina li Wanê ya di hilbijartinên xwecihî de pênase kir.

Botan diyar kir ku mejiyê faşîst ê AKP-MHP'ê ku di hilbijartinê de li Kurdistanê li pey dengên heram ên hilbijêrên sexte û qaçax ket, li hemberî îradeya gelê Kurd têk çû û got, desteserkirina îradeyê ya li Wanê divê weke hewldanek ji bo tolhildana vê yekê bê nirxandin.

Botan got, "Bi dagirkerî û darbeya postmodern xwestin îradeya gel desteser bikin. Her wiha li Şirnex, Bedlîs û Qersê tevlî ku têk çûn, bi zexta dewletê, bi rêya polîs û leşkeran ev şaredariyên me dagir kirin. Li metropoleke mîna wanê Kurdan dîrok nivîsandin. Dersek dan mejiyê mêtinger ê faşîst û tevahiya mirovahiyê. Ew der ji mejiyê faşîst paqij kirin û ders dan. Mejiyê AKP-MHP'ê yê ku nekarî xwe li vê yekê rabigire, van şebekeyên sûc careke din li hemberî îradeya Kurdan komplo kirin û desteser kirin. Ev yek ji bo gelê Kurd qeder nîne. Kurd ne mecbûr in ku vê qebûl bikin. Li ku devera cîhanê dibe bila bibe her kesên alîgirê demokrasî, maf, hiqûq, ked, aştiyê, her kesên xwedî wijdan, bawerî û exlaqê divê li ber vê yekê rabin. Ev mesele ne tenê ya Kurdan e, meseleyeke exlaqî û wijdanî ye. Ne meseleyeke ku tenê bi hiqûq û qanûna bê eşkerekirin. Meseleyeke civakî ye. Civak niha di ezmûneke hiqûqî re derbas nabe, di ezmûneke exlaqî re derbas dibe. Bi taybetî civaka Tirkiyeyê li hemberî vî mejiyê faşîst ê ku ew rizandiye, divê tevî gelê Kurd ji bo demokrasî û aştiyê têbikoşe. Lewma divê dakeve qadan û têbikoşe. Divê nîşan bide ku wê nebe şirîkê vê bêedaletî û bêhiqûqiyê ye. Naxwe wê gelekî dereng bimînin."