DEM Partî ji ber sextekariyê giliyê Wezareta Parastina Tirk kir

DEM Partiyê bi hinceta ku li Îdir, Qers û Sêrtê di warê lîsteya hilbijêran de "sixtekarî" hatiye kirin, giliyê Wezareta Parastinê, Midûriyeta Giştî ya Nifûsê û Wezareta Karên Navxwetî kir.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê 15 hezar û 249 "hilbijêrên qaçax" yên ber bi Îdir, Qers û Sêrtê ve hatine şandin, gilî kir. Partiyê bi hinceta di warê hilbijêran de sixtekarî kirine, giliyê rayedarên Wezareta Parastinê, Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Nifûs û Hemwelatîbûnê û Wezareta Karên Navxweyî kir.

Giliya li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ji bo 15 hezar û 249 qeydên hilbijêrên komî yên biguman hatin tespîtkirin, hat kirin. Sedemên redkirinê wiha hat bibîrxistin: “Hemû hilbijêrên mêr ên navborî personelên leşkerî bûn û ji bo ewlehiya hilbijartinê ji hêla Midûriyeta Polîsan û Fermandariya Cendirmeyan a bajêr ve hatine peywirdarkirin, hatiye redkirin."

SEDEMÊN REDKIRINA LIJNEYÊN HILBIJARTINÊN NAVÇEYAN

Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Divê li gorî TCK’ê xala 257’an peywira xwe xirab bi kar anîne, li gorî TCK'ê xala 204’an sextekirina belgeyên fermî, sûcên li gorî qanûna hejmar 298 138, 142 sextekariya di qeyd û lîsteyan de, bidestxistina dengên neheq, guhertin an jî guhertina encamên hilbijartinê pêk anîne. Li gorî hejmara 5490 qanûna xizmetên nifûsê xala 67’an beyanan derveyî rastiyê û gumanbarên ku sûcên divê ji aliyê dozgeriyê ve bi erka xwe bên tesbîtkirin. Daxwaziya me ew e ku di encama lêpirsîna bi bandor de îdianame bê amaedekirin û bên cezakirin.”