Li dijî Kormorê êrîş: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li dijî Qada Xazê ya Kormorê ya li Çemçemalê êrîşek pêk hat. Di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

ÊRÎŞA LI KORMORÊ

Qeymeqamê Çemçemalê Remek Ramazan ragihand ku li dijî Qada Xazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê êrîşek pêk hatiye.

Remek Ramazanî destnîşan kir êrîş duh bi şev bi dronekê  pêk hatiye û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.

Ramazanî da zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne xebatkarên Şîrketa Petrol Oîlê ne û her wiha ragihand ku rewşa birîndaran ne giran e.

Qaymeqamê Çemçemalê Remek Ramazanî ev yek jî anîn ziman: ‘’Em ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku çavkaniyên welat werin parastin û bergirîyên hewce bên girtin ku dubare felaketên bi vî rengî rû nedin. Hêvî dikim ku partiyên siyasî yên li Başûr jî ji bo pêşîlêgirtina bûyerên wiha, yekîtiya xwe ava bikin.’’

TALABANÎ: HEWCEYÎ BI LÊPIRSÎNEKE BERFIREH Û BERGIRIYAN HEYE

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kûbat Talabanîyî têkildarî bûyerê axivî û got: ‘’Hewce ye hikûmeta Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistanê derheqê êrîşê de lêkolîneke berfireh bidin destpêkirin û ji bo pêşîlêgirtina bûyerên vî rengî jî bergiriyên hewce werin girtin.’’

Serokomarê Iraqê Latîf Reşîd jî têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û got: ‘’Êrîşa li dijî Qada Xazê ya Kormorê tê wateya binpêkirina çavkaniyên dewlet û welatiyan û vê êrîşê ewlehiya welat xistiye talûkeyê.’’

KOMÎSYON HATE AVAKIRIN

Şaxa Medyayê ya Ewlekariya Iraqê,  girêdayî daxwaza Serokwezîr û Fermandariya Hevpar ragihand ku têkildarî  êrîşa Qada Xazê ya Kormorê komîsyonek hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê failên vê êrîşê werin cezakirin.