Ûysal: Mudaxeleya li hilbijartinê pirsgirêka Tirkiyeyê ye

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku mudaxeleya li îradeya hilbijartinê ne tenê meseleya partiyekê ye, pirsgirêka hiqûq, hilbijartin, ewlehî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye.

LI QILEBANÊ NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ HILBIJÊRÊN VEGUHEZTÎ

Li Qilebanê nerazîbûnên gel a li hemberî hilbijêrên veguheztî, didomin. Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan got ku eger berteka gel xurt be, wê encam were bidestxistin.

Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew ji şeva hilbijartinê ve ji bo Qilebanê îtîraz dikin. Ûysal ev tişt got: “Niha li gorî lîsteya me ferqa dengan a di navbera AKP û DEM Partiyê de 103 e, li gorî daneyên fermî 106 e. Ji xwe nêzî hezar û 300 leşkeran dengên xwe bi kar anîn. Navê derdora hezar û 800 leşkeran hatibû nivîsîn, lê hin nehatin. Ji bilî gel, nêzî hezar û 300 deng ji derve anîn. Tevî wê yekê jî ferqa dengan 106 e û gelek bêûsilî di tevahiya rojê de çêbûn. Hema bibêje li ber deriyê her dibistanê, cendirme bi çekên xwe disekinîn. Li ser vê yekê hemû îtîrazên ku me kirine, hatin redkirin. Ji xwe leşkeran bi rengekî komî dengê xwe bi kar anîn, bi rengekî komî hatin birin. Dîsa di tevahiya rojê de li gelek dibistanan gelek pirsgirêk qewimîn. Hejmara dengên me yên nederbasdar pir zêde ye, niha nêzî 300 deng nederbasdar dixuyên. Daxwaza me heye ku ew jinûve bên hejmartin. Hejmara zerf û pisûlayên ku di girtekên encamên sindoqan de tên bikaranîn, hejmara zerf û pisûlayên nederbasdar hatin hesabkirin ji hev dû nagirin. Têkildarî vê yekê me îtîraza xwe kir û me hejmartineke nû xwest. Ji bo nexweşan sindoqeke gerok hebû. Îdîaya me heye ku têkildarî vê sindoqê jê bêûsilî hatin kirin. Me daxwaz kir ku ev sindoq bi komple bê betalkirin.”

Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku tevî van hemû îtîrazan, desteya hilbijartinê ya navçeyê demildest nehatiye ba hev, gel jî li hemberî vê yekê xwedî bertek e û wiha got: “Em bawer dikin ku eger gel xwedî li îradeya xwe derkeve, em ê encam werbigirin. Ji ber ku ferqa di navberê de, pir kêm e, tişteke ku dikare bi îtîrazan were girtin. Em bawer dikin ku eger îtîraz bên qebûlkirin, hingê wê ferq were girtin. Gel jî ji vê yekê bawer dike û lewma em li vir in.”

NE MESELEYA PARTIYEKÊ YE

Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku bi hilbijêrên sixte hewldana serketinê, exlaqî, mirovî û hiqûqî nîne û wiha got: “Têkildarî vê yekê em timî dibêjin; ev ne tenê meseleya partiyekê ye. Ev pirsgirêka hiqûq, ewlehiya hilbijartinê û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Bi mehan e em dibêjin xebatên AKP’ê yên ji bo hilbijêrên sixte hene, Di sala 2019 û 2018’an de jî heman tişt hatibû kirin.

Ji xwe ew kesên anîn wir ne leşker bûn, çawişên pispor yan jî serdar bûn. Memûr û mirovên bi meaş bûn. Armanca veguheztina hilbijêran, di heman demê de parçeyekî operasyona şerê taybet bû da ku moralê gelê Kurd xira bikin. Şirnex ji ber wê yekê hate hedefgirtin, cihên din ên hatin hedefgirtin jî bi heman armancê bû.”