Zozanî û Hesso li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn

Avesta Zozanî û Hekîm Hesso yên di Berxwedan Kelha Serêkaniyê ya êrîşên artêşa Tirk de şehîd bûbûn, li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn.

Li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji aliyê KOMaW a Dûîsbûrgê ve bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di bîranînê de Hevserokê NCKD a Dûîsbûrgê Nûh Yildirim, li ser navê malbata şehîd Avêsta Zozanî û şehîd Hekîm Hesso axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi berxwedana şehîdan DAÎŞ têk çû, bi heman rêbazê wê dewleta Tirk jî li Rojava binax bike.

Her wiha hate gotin ku wê hesabê dagirkeriyê ji dewleta Tirk bixwazin. Piştî axaftinan û şûnde sersaxî hate qebûlkirin.

Bîranîn bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ ve bi dawî bû.