Zafer Aydin li Berlînê hate bîranîn
Zafer Aydin (Dilşêr Rênas) ê ku 7'ê Tebaxa 2023'an li Rojava di çalakiya bersivdanê ya li dijî delweta Tirk a faşîst de şehîd bû, li Berlînê hate bîranîn.
Zafer Aydin (Dilşêr Rênas) ê ku 7'ê Tebaxa 2023'an li Rojava di çalakiya bersivdanê ya li dijî delweta Tirk a faşîst de şehîd bû, li Berlînê hate bîranîn.
Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên sosyalîzm û şoreşê destpê kir, qala wesiyet û jiyana têkoşînê ya Zafer Aydin hate kirin.
Bi navê KGO û Ciwanên Komunîst axaftin hate kirin û destnîşan kir ku Zafer Aydin 8 salan li dijî faşîzmê têkoşîn meşand.
Di axaftinan de hate ragihandin ku Aydin bi birîndarî ji komkujiya Pirsûsê rizgar bû, şahidî ji komkujiya li Gar a Enqereyê re kir û got, "Van komkujiyan ew netirsand, berevajî ji bo hesabpirsînê biryar da ku tevlî nava têkoşîna çekdarî bibe."
Bîranîn bi sirûdên ku ji aliyê beşdaran ve hate gotin, bi dawî bû.