BI DÎMEN

Yên ku bi destê PDK'ê şehîd ketin - VI

Ji pêşengên Malbata Gulo ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên giran da Îsa Gulo sala 1992'an di êrîşa dewleta Tirk û PDK'ê de şehîd bû.

ÎSA GULO

Ji malbata Gulo Necah Gulo got, "Xiyaneta PDK'ê zerareke mezin dide têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê."

Malbata Gulo bi welatparêziya Apê Yûsûf (Yûsûf Gulo) ku ji aliyê dewleta Tirk ve di 82 salî de hate qetilkirin û bi dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re berdêlên mezin da. Tevlîbûna destpêkê ya li nava refên PKK'ê jî ji aliyê kurê Apê Yûsûf bavê çar zarokan Nûreddîn Gulo ve hate kirin û piştre birayê wî Sebrî Gulo (Îsa Gulo) tevlî bû ku sala 1992'an bi xiyaneta PDK'ê şehîd bû. Sebrî Gulo sala 1965'an li Qamişloyê ji dayik bû. Di êrîşa hevpar a PDK û dewleta Tirk de Cotmeha 1992'an li Heftanînê tevlî karwanê şehîdan bû. Yek ji kesayetên pêşeng ên malbata Gulo Necah Gulo qala Sebrî (Îsa Gulo) kir ku birayê hevjînê wê yê şehîd Nûreddîn e û işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re kir.

BI ZAROKÊN MIN MEZIN BÛ

Necah Gulo piştî ku bi pismamê xwe Şehîd Nûreddîn Gulo (Kurê Yûsûf Gulo ku ji aliyê dewleta Tirk ve 9'ê Mijdara 2021'ê hate şehîdxistin) zewicî, li gel malbata hevjînê xwe bi cih bû. Necah Gulo têkildarî zarokatiya Sebrî got, "Mirovekî aram bû. Dihate hezkirin. Zarokên min û Sebrî bi hev re mezin bûn. Bi zarokên min re mezin bû. Dema hat min xwarin da wî, dema hat min serê wî, kincê wî şuşt. Sebrî li ber destê min mezin bû. Min ew li gel zarokên xwe şand dibistanê. Ji dibistanê dihatin, min ew pêşwazî dikir. Ji zarokên xwe qut nedibûm. Ew jî bûbû zarokekî min. Li dibistanê serketî bû. Li malê jî di nava ahengiyê de bû. Heta pola 12'an xwend. Di dibistanê de timî jîr û serketî bû."

PIŞTÎ ŞEHÎD NÛREDDÎN

Necah Gulo bi bîr xist ku ji malbata Gulo ya welatparêz destpêkê hevjînê wê Nûreddîn Gulo tevlî nava PKK'ê bû û got, "Nûreddîn hevjînê min bû û bavê çar zarokan bû. Dixwest beriya Şehîd Nûreddîn biçe çiyê. Dayika wî jê re digot, 'Îsa dibistana xwe bixwîne, piştre tevlî bibe'. Şehîd Sebrî jî dîplomaya xwe da dayika xwe û jê re got, 'Vê li mutbexê daliqîne, bila li ber çavên te be. Ez diçim tevlî dibim'. Bi Sebrî re em mîna hevalan bûn. Min ew mezin kiribû, lê em bûbûn hevrê. Li malê em hevrê bûn, di kar de em hevrê bûn. Sala 1989'an dema ku ji Akademiya Mahsûm Korkmaz vegeriya, ji xwe tevlî PKK'ê bûbû û mîna kekê xwe Nûreddîn dixwest destpêkê biçe çiyê. Rêbertî ji Sebrî re gotibû, 'Tu û kekê xwe nabe ku bi hev re biçin çiyê, êdî di nava xwe eyar bikin, li gorî wê yek ji we bila biçe çiyê'. Dayika wan, ji ber ku zarokên Nûreddîn hebûn digot bila Sebrî biçe, lê belê Nûreddîn bi biryar bû, destpêkê ew çû. Sebrî jî piştî Nûreddîn tevlî bû. Sala 1989'an li qada Rêbertî tevlî perwerdeyê bû. Şareza bû, têkiliya xwe ya bi gel re xurt bû. Li Hilêliyê karekî bi wate meşand.

HUNERA XWE YA BIRÊXISTINKIRINÊ XURT BÛ

Sebrî karên civakî dewam kir. Hunera xwe ya birêxistinkirinê gelekî baş bû. Kêm jî be dema ku tiştekî nû tevlî civakê dikir, gelekî kêfxweş dibû. Ji bo belavbûna Kurdî gelekî hewl dida. Bi rengekî veşarî kursên Kurdî vekiribû. Perwerde jî dida. Hevrêtiya me gelekî xurt bû. Lewma beriya biçe çiyê ji min re got. Qîmet dida min. Lewma girîng didît. Dilsoziya wî ya bi Rêbertî re xurt bû. Ji ber vê jî kelecan û moralê wî nayê vegotin. Coş û moralê wî qet kêm nebû. Bi wê coş û moralê çû çiyayên azad.

SALEK PIŞTÎ NÛREDDÎN ŞEHÎD BÛ

Nûreddîn 7'ê Îlona 1991'ê şehîd bû. Sebrî jî sala 1991'ê çû çiyê. Di şerê 1992'an de Sebrî li Bakurê Kurdistanê bû. Ji ber êrîşên giran ên li Başûrê Kurdistanê bi komek ji hevalên xwe çûbû Başûr. Ji xwe di Cotmehê de di şere 1992'an de şehîd bû."

YA KU ME DIÊŞÎNE EW E KU BI DESTÊ PDK'Ê ŞEHÎD BÛ

Necah Gulo jineke têkoşer e ku bi salan di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ked da, bênavber xebitî û berdêlên giran da. Her wiha şehadeta hevjînê xwe Nûreddîn bi xurtî pêşawzî kir û nerazîbûneke tund nîşanî şehîdxistina Sebrî ya bi destê PDK'ê da. Necah Gulo got, "Sebrî ji bo xak û gelê xwe têkoşiya. Serê me pê bilind e. Ya ku malbata me û min diêşîne ew e ku Sebrî bi destê PDK'ê hate şehîdxistin. Li Rojava dirûşma 'Şerê birakujiyê xizmetê ji dijmin re dike' bilind dibû. Me weke şerê xiyanetê pênase dikir. Gel li dijî vî şerî rabûbû ser piyan. Têkoşîna me mezin dibû."

XIYANETA PDK'Ê LI ROJAVA JÎ DEWAM KIR

Necah Gulo anî ziman ku PDK'ê xiyanet li Şoreşa Rojava jî kir û got, "Dema ku Îsa ji dayik bû, me mala şehîd Îsa ya dema li malê bû da wî. Piştî ku tevlî YPG'ê bû Îsa nasnavê xwe kir Sebrî. Sebrî yê biçûk jî di encama xiyaneta PDK'ê de şehîd bû. Sala 2015'an bi komek ji hevalên xwe dema ku ji Hesekê diçû Amûdê kete kemînê. Piştî pêngavê vedigeriyan Qamişloyê. ENKS'iyan rêya Amûdê girtibûn, kon danîbûn. Sebrî û hevalên wî ji ber ku ji pêngavê vedigeriyan, difikirîn ku gel wan pêşwazî dike û komek ji hevalên xwe ji wesayitê peya bûn. Piştî ku ji wesayitê peya bûn, ENKS'iyên ku kon danîbûn bi kevir û ço êrîşî wan kirin. Sebrî ku bi vê yekê hesiya, dema ku rahişt çeka xwe di encama sûîqestekê de şehîd ket."

PDK ÊDÎ BI DEWLETA TIRK RE BÛYE YEK

Necah Gulo bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û got, "Xiyaneta PDK'ê zerareke mezin dide têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Xiyanet her roj hîn bêhtir kûr dibe. PDK êdî bi dewleta Tirk re bûye yek. PDK'ê ji bo rojekê jî di oxira berjewendiyên gelê Kurd de gavek neavêtiye, wê neavêje. Bi hezaran carî me bang lê kir ku dawî li xiyanetê bîne, lê belê PDK'ê dest ji xiyanetê berneda. Ya ku biqede PDK ye, ya ku bi ser bikeve PKK ye. PDK wê bi xiyanetê ku destê xwe xistiye xwîna Kurdan di dîrokê de bê bîranîn."