Yên di Qetlîama Dersimê de hatibûn qetilkirin bibîr anîn

Di salvegera 84’an a Qetlîama Dersimê de hatibûn qetilkirin li Bernê ya Swîsre hatin bibîrnanîn.

Li ser bnga Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK) ji bo yên di qetlîama Dersimê de hatibûn qetilkirin li Bahnhofplatzê çalakiyek ya bîranînê hate kirin.

Bîranîna ku FEDA, MARDEF, ADGB, ÎHD, CDK, SYKP û hevparên Yekîtiya Hêzên Demokratîk cihê xwe girtin Perlementerên Federal a Swîsre Mûstefa Atici û Sîbel Arslan jî tevlî bû.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî Gulbeng hatin gotin. Li ser navê DÎK’ê belavoka bi Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin. Mûstefa Atici û Sîbel Arslan jî axivîn.

Piştî axaftinan û şûnde loqum hatin parvekirin û merasîm bi dawî bû.