Borell di dema nîqaşekê de ya li Parlamenta Ewropayê ya li Strasboûrgê got, "Em dibêjin ku şer bi rengê leşkerî çareser nabe. Lê belê me ev dirûşm ji bo şerê Sûriyeyê jî gotin. Baş e li Sûriyeyê em li çi rast hatin? Li çareseriyeke leşkerî. Metirsî heye ku heman rewş li Lîbyayê jî derkeve holê."
Borell got, "Tirkiye û Rûsyyaê hevsengiya li parçeyê rojhilat ê Derya Spî guhertin. Em nikarin qebûl bikin ku heman rewş li Lîbyayê jî rû bide."
Borell anî ziman ku Moskowa û Enqere 'çek û leşkeran' dişînin Lîbyayê û got, "Hejmara leşkeran û yên bi berdêla pereyan şer dikin zêde dibe. Em êdî nikarin bêjin ku şerê li Lîbyayê ne şerekî bêşervan e. Li gorî agahiyan li eniyekê yan jî li aliyê din şervanên Sûriyeyî û yên Rojhilata Navîn hene ku ji bo şer bikin hatine."
Borell bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku parçebûna nava xwe çareser bike, ji bo çareserkirina şer hîn bêhtir tevlî lêgerîna li çareseriyê bibe û got, "Eger rewş nebaş bibe, bi sed hezaran mirovên li Lîbyayê dibe ku berê xwe bidin Ewropayê."
Borell li ser konferansa Lîbyayê ya navneteweyî ku di 19'ê Çileyê de li Berlînê pêk were got, "Dibe ku em agahiyên baş werbigirin, dibe ku wernegirin."