Yekîtiya Ewropa li şûna pêkanînan li pey bazirganiyê ye
Di demekê de ku li Tirkiyeyê mafên mirovan bi destê faşîzma AKP-MHP'ê ji holê tên rakirin, Yekîtiya Ewropayê biryar da ku têkiliyên aboriyê bi Tiriyeyê re xurt bike.
Di demekê de ku li Tirkiyeyê mafên mirovan bi destê faşîzma AKP-MHP'ê ji holê tên rakirin, Yekîtiya Ewropayê biryar da ku têkiliyên aboriyê bi Tiriyeyê re xurt bike.
Di civîna bilind a lîderên Yekîtiya Ewropayê de ku bi rêya vîdeo konferansê hate lidarxistin, demokrasî û mafên mirovan ji nedîtî ve hatin. Piştî civîna bilind a lîderan, yekîtiya ji 27 endaman wê têkiliyên xwe yên bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re xurt bikin. Di daxuyaniya piştî civîna bilind de hate ragihandin ku pispor wê di mijara nûkirina yekîtiya gumrukê ya bi Tirkiyeyê re dest bi kar bikin.
PÊKANÎN BI ŞERTÊ LÊGERÎNEKE NÛ YA LI ROJHILATÊ DERYA SPÎ VE HATIN GIRÊDAN
Li gel operasyonên tepisandinê yên li dijî Kurdan û alîgirên demokrasiyê jî, balkêş e ku Yekîtiya Ewropayê alternatîfa pêkanînan ji bo demeke bê taloq kir. Di daxuyaniyê de işaret bi provokasyonên Tirkiyeyê yên mehên derbasbûyî li Rojhilatê Derya Spî kir û hate gotin, "Em bang li Tirkiyeyê dikin ku xwe ji provokasyonên nû û binpêkirina yekalî ya hiqûqa navneteweyî vegire."
Lîderên welatên Ewropayê diyar kirin ku nirxandina karên lêgerîna li gaza xwezayî ya li peravên Yewnanistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, wê meha Hezîranê bê kirin.