YE hewl dide ku mekanîzmaya berevaniya sivîl xurt bike

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) hişyarî da ku berevaniya sivîl ku bi têrnekirna krîza dawî ya tendiristiyê re derketî holê nema bi rêgeza 'dildariyê' dimeşe, ji bo salên li pêşiya me 2 milyar Euro budçeya zêdetir xwest.

Weke li gelek qadên din di qada berevaniya sivîl de jî divê welatên YE'yê piştevanê hev bin û bi hev re mudahele bikin. Lê di serî de Italya ku pêla Covîd-19'ê herî pir ziyan daye wê û welatên din ku pandemiyê bandor li ser wan kiriye, ji welatên YE'ê bi asta hewce destek nehatiye kirin û ev bûbû sedema helwestan.

Her çendî niha weke ku krîza tendiristiyê li pey xwe hiştibin xuya bike jî di palana dawî ya rabûnê de ku YE'yê weşandiye,  pêşbîniya wê tê kirin ku bernameya bi navê 'rescEU' ku ji bo mudaheleya li bobelatan û krîzan ava bûbû were xurtkirin. Bi vê çarçoweyê plansaziya wê tê kirin ku ekîpmanên medîkal, nexweşxaneyên sahra, helîkoptêr û balafirên medîkal werin zêdekirin, rezervên mudaheleya lezgîn were xurtkirin.

Têkilî mijarê ji rêveberiya krîzê ya Komîsyona YE'yê berpirs komîser Janez Lenarcîc got sedema pirsgirêka ku van mehên dawî derketî holê ew e ku, alîkariya bi welatên dî yên YE'yê re, yên dema krîzan xwe dispêrê ser 'rêgeza dildariyê'.

Lenercîc got ev alîkarî bi daxwaza welatên ku ketine rewşeke zehmet tê kirin, piştevaniya bi dildarî tenê ji bo krîzên demkurt an jî dema ku hewcehiya kêm welatan pê hebe kêrhatî ye.

Lenarcîc got divê Navenda Koordînasyona Reaksiyona Lezgîn (ERCC) ku Adarê Serokê Konseya YE'yê Charles Mîchel jî xwestibû, divê were xurtkirin. Ji bo pêkhaina vê jî tê xwestin ku bûdçeya 'rescEU'yê ya 2012-2027'an e bi qasî 2 milyar Euro were zêdekirin û qebareya mekanîzma berevaniya sivîl bibe 3,1 milyar Euro.