‘Xwediyê Şengalê Êzidî ne’
Polîtîkayên gef û dagirkiriya li ser Şengalê yên bi destê hikumeta navendî ya Iraq û PDK’ê li Hambûrgê bi mîtîngekê hat protestokirin û banga xwedîderketina li Şengalê hat kirin.
Polîtîkayên gef û dagirkiriya li ser Şengalê yên bi destê hikumeta navendî ya Iraq û PDK’ê li Hambûrgê bi mîtîngekê hat protestokirin û banga xwedîderketina li Şengalê hat kirin.
Mîtînga ku ji aliyê DKTM ya Hambûrg û Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hatî organîzekirin li taxa Sternschanze hate li dar xistin.
Di mîtîngê de li ber sirûda “Ey Reqîb” deqeyek rêzgirtin pêkhat. Nûnerê Êzidî Azîz Atalan li wir axaftinek kir û got, “Hikumeta Iraqê û PDK ku Êzidî wek nêçîrekê avêtin ber çeteyên hov ên DAÎŞ’ê, îro çav berdane xaka wan.
Yên ku dema duh namûsa Êzidiyan dihat binpê kirin, jinên wan li bazarên koleyan ê Reqa û Mûsilê dihatin firotin û serê mêrên wan dihat jêkirin bêdeng manî û me bi çerenûsa xwe re bi tenê hiştin û rewîn, mafê wan tuneye ku li ser navê me biaxivin.”
Atalan diyar kir ku divê Êzidiyên li Ewropayê dijîn di vê mijarê de hişyar tevbigerin.
Nivîskar û parêzvanê mafê mirovan Anja Flach jî wiha axivî: “Em ku niha di vê hewaya xweşik de kêfxweşiya jiyan û buharê dijîn, Êzidî ku yek ji gelê herî kevnar ê cîhanê ye hê jî di bin metirsiya gefan û qetlîamê de jiyana xwe didomînin. Tu yê bêjî qey êşên danî kişandin ne bes e, hikumeta Iraqê dixwaze êşên nû bi wan bide kişandin û wana li ser xaka lê dijîn bê vîn bihêlin. Em ji vê re bêdeng nemînîn û bibin şirîkê êşên wan.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Gelê Êzidî ne bi tenê ye” bi dawî bû.