Xebatên piştevaniyê ya Kurdan a li Evûstûralyayê didome
Kurdên li Evûstûralyayê dijîn, li dijî şewba Koronayê xebatên piştevaniyê yên amûrên tenduristî yên ji bo kesên kal û hewcedaran dewam dike.
Kurdên li Evûstûralyayê dijîn, li dijî şewba Koronayê xebatên piştevaniyê yên amûrên tenduristî yên ji bo kesên kal û hewcedaran dewam dike.
ADKTF a ji roja yekem a pandemiyê destpêkir û vir ve bi maseyên krîzê yên ava kirî xebatên xwe bi rê ve dibe.
Li bajarên Sydney, Melboûrne, Perth bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) li maseyên krîzê çar kes hene. Xebatên maseya krîzê ya li gel wezîrên tenduristiyê û navendan di serê hefteyê de jî dewam ki.
Li Sydneyê Parlementerê Partiya Keskan Jamîe Parker li gel berdevkên ADKTF û NCKD xwarina ku ji bo 50 kesan amadekiribû li kesên bêkes û mala kalan danîn.
Parker û Keevîn Rayen ên li vir axivîn bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û spasiya gelê Kurd kir.