BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li Bonnê hatin bibîranîn

Nûnerê KOMAW'ê Alî Batman di çalakiya bîranîna Şehîdên Meha Gulanê de axivî û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdên digotin, “Vemirandina agir xiyanet e" bimeşin.

ŞEHÎDÊN GULANÊ

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Di çalakiya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bonnê hat lidarxistin de gelek Kurdistanî amade bûn.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Alî Batman axaftinek kir û di şexsê Hakî Karer û Çaran de hemû Şehîdên Gulanê bi bîr anî.

Batman diyar kir ku gelê ku şehîdên xwe, Rêbertî û cangoriyên azadiyê neparêze mehkûmî tunebûnê ye û destnîşan kir ku ew ê li ser şopa şehîdên ku gotin, “Vemirandina agir xiyanet e" bimeşin.

Di dawiya bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.