Wezîrê Swêdê bersiveke sosret derbarê Ozdemîr da

Wezîrê Dad û Koçberan a Swêdê Morgan Johansson derbarê ciwanê Kurd Resûl Ozdmîr ku daxwaza îltîcakirina wî ya siyasî nehatî qebûlkirin û radestî Tirkiyê kirin bersiveke sosret da.

Wezirê Dad û Koçberiyê yê Swêd Morgan Johansson bersiveke sosret da pirsa Parlamentera serbixwe Amîneh Kakabaveh a derbarê ciwanê Kurd Resûl Ozdemîr ê 22 salî ku teslîmî Tirkiyê kiribûn.

Johansson got derbarê biryaran ku saziyan û dadgehan ku kesan têkidar dike ew ê nikaribe ti daxuyaniyê bide.

Johansson îdîa kir ku li Swêdê dadgeh serbixwe ne, Swêd  dewleteke hiqûqê ye û li cîhanê yek ji devera ku ewlehiya hiqûqê pir  zêde ye Swêd e.

Johansson got, ''Li Swêdê qedexe ye ku kesên rîska êşkenceyê li ser wan heye werin dersînorkirin'' û îdîa kir Daireya Koçberan a Swêdê li ser vê rêgezê derbarê serlêdanên îltîcayê de biryaran dide.

Johansson bi berdewamî got saziyên Swêdê serbixwe ne û bêyî ku bikevin bin bandora dewletan li gorî yasayan biryarê didin û ji ber vê teslîmkirina  Resûl Ozdemîr parast.

Kakabaveh got wezîr an haya wî ji dersînorkirinê nîne an jî hewl dide hevkariya bi dewleta Tirk re veşêre.

Her wiha parlamenterê Partiya Çepgir Hakan Svennelig jî got ew ê bi ti rengî radestkirina Ozdemîr qebûl nekin û rewşê bişopînin.

Parêzerê Ozdemîr ê  li Swêdê Abdullah Devecî jî serî li Mifetişiya Dadmeniyê ya Hikûmetê û Ombûdsmana Dadmendiyê da û xwest ku radestkirina Ozdemir were lêkolan, saziyên ku li dijî yasayên Swêdê tevgeriyane were diyarkrin û derbarê wan lêpirsîna yasayî were destpêkirin.

Devecî her wiha li ser nêzîkatiya medyaya Swêd jî got, ''Medyaya Swêdê jî weke hikûmetê polîtîkayeke dirû  dike.''

Devecî têkilî bersiva Johnsson jî got li gel ku cezayê Ozdemîr hatiy pejirandin jî û rîska ku êşkenceyê bibîne heye jî Ozdemîr radestî Tirkiyê kirine û ev ê bi ti awayî neyê qebûlkirin.