Welthungerhîlfe mecbûr ma ku projeyên betal bike
Rêxistina Welthungerhîlfe ya bi ser Serokkomariya Elman li ser bertekan projeya 'avakirina malan û tamîrkirinê' ya li Efrînê ya ji bo çeteyan betal kir.
Rêxistina Welthungerhîlfe ya bi ser Serokkomariya Elman li ser bertekan projeya 'avakirina malan û tamîrkirinê' ya li Efrînê ya ji bo çeteyan betal kir.
Li gorî nûçeya Fehmî Katar ku di rojnameya Yeni Ozgur Polîtikayê de hatiye weşandin Saziya alîkariya mirovî ya Elman Welthungerhîlfe (Alîkariya Birçîbûnê ya Cîhanê) projeya ku dixwest pê alîariyê li çeteyan û malbatên wan bike betal kir. Rêxistina ku di bin banê Serokkomariya Elman de xebat dikir li ser bertekan ragihand, ''Bi sedema ku bi prensîbên xwe yên sereke re li hev nake'' betal kir.
Dewleta Elman û saziyên wê yên alîkariyê ku qet alîkariyê bi jîgehên bi kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê re nakin bi navê 'alîkariya mirovî' pereyan dişîne Sûriyê, wan herêmên ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên ve hatine dagirkirin. Rêxistina Welthungerhîlfe ya bi ser Serokkomariya Elman ku plansaziya wê dikir li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatî dagirkirin 400 malî tamîr bike, li ser bertekên zêde bêgav ma ku projeyê betal bike. Rêxistinê li ser hesabê medyaya civakî daxuyanî da, diyar kir derheqê projeyê gelek rexne li wan hatine kirin, piştî analîzên berfireh kirine biryar dane ku projeyê betal bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber sedema ku binpêkirina, 'rêgeza serbixwebûn'ê zêde ye, ev proje betal kirine.
Ev projeya rêxistiniya Serokkomariya ELman cara pêşî ji hêla Violation Documentation Center/Northern Syria ve, li ser Twîtterê hate teşîfkirin. VDC-NSY belgeyên Welthungerhîlfeyê deşîfre kir, piştî deşîfrebûnê rêxistinên civaka sivîl helwest nîşan da. Rêxistinê li ser helwestan got bi armanca ku alîkariyê bidin wan penabran ku çûne Efrînê xwestine ku vê projeyê pêk bînin.
VDC-NSY'ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir Efrîn li ser lihevkirina Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyê hatiye dagirkirin, çeteyên ku Gutayê anîne li şûna 100 hezar Kurdên ku hatine koçberkirin, hatine bicihkirin, malên ku dihate xwestin ku werin tamîkirin malên Kurdên Efrînê ne ku cîhadîstan bi zorê wan dane koçberkirin û li van malên Kurdan cîhadîst dijîn ku li ser navê Tirkiyê li Sûriyê, Libya û Azerbaycanê şer dikin.
Piştî ku projeya Welthungerhîlfe deşîfre bû hem Sûriyeyî û hem jî navnetewî 28 rêxistinên civaka sivîl hatin cem hev û daxuyaniyeke hevpar dan û li dijî projeyê rabûn. Di daxuyaniyê de hate gotin rêxistin tenê li Efrîna dagirkirî xebatan dike, bi sed hezaran mirovên ku ji Efrînê hatine koçberkirn tenê hatine hiştin.
Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan Efrînê Ibrahîm Şêxo têkilî projeyê got, ev xanî ne ji bo Efrîniyan têne çêkirin, ku bi zorê ji malên wan hatin kirine, li Şehbayê li 5 kampan û li kavilan dijîn.