Piştî biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya 26'ê Çileyê ku têkildarî Îsraîlê di doza 'qirkirinê' de biryara tedbîra lezgîn wergirt, Îsraîlê hin xebatkarên Ajansa Alîkariya bi Penaberên Fîlîstînî re ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) sûcdar kir ku tevlî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê bûne.
Piştî vê sûcdariyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Elmanya û Japonya jî di nav de 9 welatan ragihandin ku wan alîkariya bi UNRWA'yê re rawestandine.
Awûstûryayê jî biryareke bi heman rengî wergirt. Wezareta Karên Derve ya Awûstûryayê bi daxuyaniyekê got, "Îdîayên li ser tevlîbûna xebatkarên UNRWA'yê li bûyeran cihê fikaran e." Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku ev îdîa bi rengekî lez, bê kêmasî û bi berfirehî bê lêkolînê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Neteweyên Yekbûyî ku divê dûrî ji gumanan be, baweriya pê di xetereyê de ye."
Awûstûryayê ragihand ku heta bûyer bê eşkerekirin, wan biryar dane ku alîkariya ji bo UNRWA'yê dike, bi rengekî demkî rawestandine. Viyanayê diyar kir ku li gel vê yekê alîkariya mirovî ya bi nifûsa sivîl a bi Xeze û sivîlên li herêmê re wê dewam bike.
Awûstûryayê ji 7'ê Cotmehê û vir ve 13 milyon Euro yên ji bo alîkariya bi Fîlîstîniyan re hatibû komkirin serbest berda.