Welatê Baskê piştgirî da HDP’ê

Welatê Baskê û koalîsyona siyasî ya Navarra Eh Bildu têkildarî dagirkeriya şaredariyên HDP’ê daxuyanî da.

Eh Bildu di daxuyaniyê de got; “Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk roja 19’ê Tebaxê li dijî şaredariyên HDP’ê, endamên meclîsê û xebatkaran operasyonek da destpêkirin û hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wan ji peywirê girt û li cihê wan kesên nehatine hilbijartin, tayîn kir. Divê em ji bîr nekin ev serokên şaredariyê li Amedê 63 ji sedî deng li Mêrdinê 56 ji sedî û li Wanê jî 53 ji sedî deng wergirtin û hatine hilbijartin.”

Eh Bildu bi domdarî got; “Li cihê kesên hatine hilbijartin rêveber tayîn kirin û xespkirina şaredariyan antîdemokratîk e û em bi tundî şermezar dikin. Em Eh Bildu carek din piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê didin nîşandan û bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku demildest van êrîşan bi dawî bike, rêz ji îradeya gel re bigre û çareseriyekî aştiyane bi muzakereyan bibîne.”