Wekîlê Norwêçî ji bo tecrîda Îmraliyê pirsnameyek da

Serokê Partiya Sor a Norwêçê (Rodt) û parlamenter Bjornar Moxnes, tecrîda li Îmraliyê ji hikumetê pirsî û jê xwest ku ji bo rakirina tecrîdê zextan li Tirkiyeyê bike.

Serokê Partiya Sor a Norwêçê (Rodt) û parlamenter Bjornar Moxnes, di derbarê çalakiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de pirsnameyek da meclîsa Norwêcê.

Moxnes, bal kişand li ser çalakiya Leyla Guven û girtiyên di zindanê de û got, “Armanca sereke ya berxwedêran ew e ku bang li raya giştî ya cîhanê bikin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, zextan li Tirkiyeyê bike.”

'RAKIRINA TECRÎDÊ GELEKÎ GIRÎNG E'

Moxnes da zanîn ku rakirina tecrîdê gelek girîng e û wiha pêde çû, “Pêkneanîna pêwîstiyên tendirûstiya Ocalan, binpêkirina hiqûq û mafê mirovan e. “

'TIRKIYE HEMÛ RÊZIKÊN HIQÛQÊ BINPÊ DIKE'

Moxnes, diyar kir rewşa Leyla Guven a tenduristiyê gihaştiye asteke gelek krîtîk û got, “Mirov ji bo ku mafên xwe yên azadiya ramanê bikar tînin, bi salan di zindanan de dimînin. Zext û zora li ser HDP’ê hemû rêzikên hiqûqê binpê dike û dibetiya aştiyê ji holê radike. "

Bjornar Moxnes, di pirsnameya xwe de ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê ya Konseya Ewropayê pirsî ka wê biçe serdana Ocalan yan na, ji bo rakirina tecrîdê wê zextan li Tirkiyê bikin yan na û got, “Ev rewşa krîtîk pêwîst dike ku ji Wezîrê Karê Derve bersiveke berbiçav bigire.”