Nivîskar Fûat Kav têkildarî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê ji ANF'ê re axivî.
Fûat Kav got, "Serok Apo kir ku Kongreya 12'emîn a PKK'ê pêk were. Diyar kiribû ku pêwîstî bi kongreyê heye û biryarên di kongreyê de bêne wergirtin tenê ji aliyê kadroyên PKK'ê dikarin werin wergirtin. Li ser vê yekê kongre hate kirin û di çarçoveya perspektîf û pêşniyarên Serok Apo de biryar hatin dayin.
Li vê derê mirov dikarin qala du biryarên bingehîn bikin. Ya destpêkê biryara fesixkirina PKK'ê; ya dumeîn jî biryara li ser rawestandina têkoşîna çekdarî ye. Ev biryar hem dîrokî ne hem jî rojane ne. Rêber Apo bi perspektîfeke nû diyar dike ku pêvajo êdî guherî ye, veguherî ye; pêwîstî bi pêvajoyeke nû heye, PKK'ê wezîfeya xwe pêk aniye, êdî divê bi rê û rêbazên cuda têkoşîn bê meşandin. Bêguman biryarên PKK'ê jî xwe dispêrin vê perspektîfê.
Lê belê ji bo pêkhatina van biryaran bi taybetî tê destnîşankirin ku divê Serok Apo vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Yanî ji bo Serok Apo karibe vê pêvajoyê bimeşîne divê azad bibe, ji aliyê fîzîkî ve divê azad bibe. Eger ev yek pêk neyê, bi rengekî xwezayî nepêkane ku ev herdu biryarên bingehîn ên kongreyê pêk werin.
Ev biryar bi şert in. Şert jî ev e: Tê gotin, 'PKK dibêje ez xwe fesix dikim, têkoşîna çekdarî radiwestîne. Lê belê taktîk, stratejî û amûrên nû yên têkoşîna ji niha û pê ve divê ji aliyê Serok Apo ve bêne afirandin'.
Eger ev nebe -bi taybetî destnîşan dikim- têkoşîna çekdarî dibe ku di asta agirbestê de be, lê belê dawiya dawî heta ku Serok Apo azad nebe, têkoşîna çekdarî dikare bê rawestandin lê belê çek nikare bê danîn."
Têkildarî gotina 'Divê çekên xwe teslîm bikin' û 'Tirkiyeya bê teror' a ku Serokkomar Erdogan timî bilêv dike, Fûat Kav ev nirxandin kir:
"Gotinên dewletê teslîmiyet e. Bi gotineke din, nêzîkatiya giştî ya dewletê ne ew e ku PKK xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî rawestîne. Nêzîkatiya giştî ew e ku yekser teslîmî dewleta Tirkiyeyê bibe.
Li gorî wan, beşek ji gerîla wê vegere Tirkiyeyê û li wê derê li gorî wan bi rengê 'yên sûc kirine' yan jî 'yên sûc nekirine' bêne kategorîzekirin. Wê hinekan bigire, hinekan jî berde. Beşek jî wê li derveyî Tirkiyeyê bêne hiştin. Di bin kontrola PDK'ê de yan jî li goşeyeke Ewropayê dixwaze wan bixe kampan.
Dewlet bi vî rengî difikire, lê belê rastî gelekî cuda ye. Perspektîfa ku Serok Apo şandiye kongreyê û biryarên kongreyê hene. Serok Apo di her hevdîtinê de dibêje, 'Teslîmiyet nîne'. Ji Serok Apo dipirsin, 'Wê çek bê danîn?' ew jî dibêje, 'Piştî gava ku me avêt, eger dewlet gavê neavêje wê gerîla xwe biparêze'.
PKK'ê xwe fesix kiribe jî di rewşa heyî de hem kadro hem jî gerîlayên wê, wê xwe jî gelê xwe jî biparêzin. Di vê mijarê de tespîtên şênber û zelal ên Serok Apo hene. Ji ber vê yekê bi dîtina min a ku niha dewlet difikire û biryarên di kongreya PKK'ê de hatin wergirtin ji hev gelekî cud ane."
Nivîskar Fûat Kav diyar kir ku dewlet niha dixwaze mijûl bike, bi mijûlkirinê bigihêje armanca xwe û got, "PKK'ê xwe fesix kir û têkoşîna çekdarî rawestand. Vê carê jî dewlet dixwaze çekan radestî wan bike. Yanî bi kurtasî daxwaz û ferzkirinên dewletê naqedin. Divê baş bê zanîn, PKK zêdeyî 40 sal in têdikoşe. Gelê Kurd êdî xwedî hişmendiya neteweyî ye. Bi gavên beramberî hev nepêkane ku PKK çekê dîne.
Eger dewleta Tirk dixwaze şer biqedîne, aboriyê sererast bike û li Rojhilata Navîn bibe hêzek, divê gavê biavêje. Dewleta Tirk weke ku ji derve tê xuyakirin xurt nîne; di her kêliyê de dikare hilweşe.
Dewlet di vê mijarê de divê xwe nexapîne. Bi mijûlkirina PKK'ê, bi nêzîkatiyeke ku gavê neavêje, nikare encamê bi dest bixe. Ev nêzîkatî şaş e, xapandina xwe bi xwe ye."