Tevî pandemiyê jî darezîna Kurdan a li Elmanya dom dike

Li Elmanya ya ku ji ber şewba vîrûsê gelek danişîn hatiye betalkirin, wê rûniştinên dozên siyasetmedar û aktivîstên Kurd tevahî meha Sibatê jî dom bikin.

Buroya Hiqûqê ya Azadî ya navenda wê li bajarê Koln a Elmanyayê ye, têkildarî rewşa dawî ya dozên derbarê siyasetmedar û aktivîstên Kurd ên li tevahiya welat daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî şewba vîrûsa koronayê ku li gelek welatan doz û rûniştinên dozan hatiye betalkirin, bal kişand ku dozên siyasî yên derbarê Kurdan bê ku bê rawestandin dom dike.

Buroya Hiqûqê ya Azadî anî ziman ku li Stûttgart û Koblenzê darezandina 8 Kurdan di çarçoveya tedbîrên şewbê dewam dike, li ser dozên ku wê meha Sibatê jî dom bike agahî dan. Li gorî vê wê doza 5 aktivîstên Kurd ên li Stûttgart a di rewaş ‘pîlot’ a yek ji dozên girîng a darezandinê ya weke ‘doza PKK’ê’ tê zanîn ku bi hinceta madeya 129b a Qanûna Ceza ya Elmanyayê ye dom bike.

Wê rûniştina doza Veysel S., Agît K., Ozkan T., Cîhan A. û Evrîm A. yên ji meha Nîsanê ya sala 2019’an û vir ve li Dadgeha Eyaleta Bilind a li Stûttgart-Stammheîmê ye, wê 4,5, 11 û 12’ê Sibatê jî derkevin pêşberî dadgehê. Doza ku 3 jê girtî û 2 ji derve tên darezandin wê saet 09:00’an destpê bike.

Dîsa doza aktivîstê Kurd Kamûran Yekta V. ê li Dadgeha Eyaleta Bilind a Stûttgartê ve ji meha Cotmeha 2020’ê ve dom dike, wê 2,3,9,10,16, 17, 23 û 24’ê Sibatê dom bike.

Doza Gokmen C. û Huseyîn A. yên ku li Koblenzê tên darezandin jî wê bidomin. Huseyîn A. wê di navbera 4,5, 10,11,12,18 û 19’ê Sibatê de derkeve pêşberî dadgehê. Gokmen Ç. jî wê 9’ê Sibatê saet 09:30’î derkeve pêşberî dadgehê.

Buroya Hiqûqê ya Azadî diyar kir ku di rewşa heyî de li Elmanyayê 11 siyasetmedarên Kurd ku hinek hikûm lê hatine birîn û hinek jî lêpirsînên wan dom dike, hene. Nuqteya hevpar a van dozan jî ew e ku bi îdîanameyên mîna hev ku derbarê siyasetmedar û aktivîstên Kurd de hatine amadekiri, bê ku rewşa wan a takekesî li ber çavan bê girtin, tên darezandin.