Tevdîrên li Ewropayê: Bi deh hezaran penaber mexdûr bûn
Li gelek welatên Ewropayê bi hinceta şewbê saziyên erkdar hatin girtin. Ev yek jî bû sedem ku penaber nikaribin serlêdanê bikin û bi mehan e li derve dimînin.
Li gelek welatên Ewropayê bi hinceta şewbê saziyên erkdar hatin girtin. Ev yek jî bû sedem ku penaber nikaribin serlêdanê bikin û bi mehan e li derve dimînin.
Welatên Yekîtiya Ewropayê bi bahaneya şewba Covîd-19 serlêdanên penaberiyê rawestandibûn. Ji ber tevdîrên li dijî şewbê beşek karmend û wezîfedar naçin kar. Ev yek jî weke hincet tê nîşandan û li gelek herêman serlêdanên penaberan tên vegerandin.
Ji ber ku nikarin serlêdanê bikin, bi deh hezaran penaberên stargeheke wan nîne û pêwîstiya wan bi xwarinê heye, mexdûr bûne.
Li gorî daneyên saziya Yekîtiya Ewropayê ya bi navê Buroya Alîkariya bi Penaberan re ya Ewropayê (EASO) di meha Adarê de hejmara kesên ku ji bo penaberiyê serlêdan kirin kêmî 35 hezar kesî bû. Ev jî tê wê wateyê ku li gorî meha Sibatê bi rêjeya 43 ji sedî kêm bûye.
Tê zanîn ku di meha Nîsanê de hîn bêhtir serlêdan hatin vegerandin. Ev jî tê wê wateyê ku zêdeyî 100 hezar penaber nikarin serlêdanê bikin.