Tevgera Çandê ya Ewropayê (TEV-ÇAND Ewropa) derbarê salvegera komploya navneteweyî 15’ê Sibatê, daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Kêliyên ku qeyrana cîhanê di asta her dijwar de tê jiyîn, hebûn û tunebûna gelê Kurd xwe ji her hêlê ve şênbertir nîşanî mirovahî dide. Hêzên serdest ku sed sal berê niha bi peymanên navxweyî ve gelên Rojhilata Navîn ji mirin û tunebûnê re bi parçekirinê re rû bi rû hiştin, îro dixwazin polîtîkayên qirkirina gelan bidawî bikin. Komploya li hember gelên Rojhilata Navîn, bi taybet jî li hember gelê Kurd ku di 15’ê Sibata 1925’an de di şexsê Şêx Seîd de hatî kirin, di 15’ê Sibata 1999’an de jî di şexsê Rêber APO de hat nûjenkirin. Armanca wê komployê ew bu ku di şexsê Rêbertiya Azad de hemû hêviyên jiyanê bên tunekirin. Her wiha bi vê pêkanînê hat xwestin ku gelên Rojhilata Navîn heta heta di nav pevçûn û qeyranê de bin.
Lê di destpêkê de Rêber Apo ew daxwaza hêzên Navdewletî dît û ji bo ku komploya li hember gelan vala derxe, têkoşînekê bêeman da meşandin. Berxwedana ku Rêber APO 26 sal in li grava Îmralî pêşxistî, di sala 27’emîn de dîrokê dihunîne. Berxwedan û têkoşîna bi pêşengtiya şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ xeleka pakrewaniyê li dora Rêber Apo ava kir û hîmên serkeftinê pêl bi pêl mezin kirin. Herî dawî lehengên fedaî di şexsê Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn de, xwe di xeta Rêbertî de saz kirin û hemû hêviyên komploya sedsalî bi têkoşîna bêeman ya Rêber Apo vala derxistin.
Di pêvajoyeke ku hemû hêviyan xwe li dora Rêber Apo nexşandiye de, sekin raber kirin peywira hemû kesan e. Ji ber vê di sersala komploya navdewletî de em dubare dubare hewldanên qirkina gelan şermezar dikin. Nêzîkatî çi dibe bila bibe ya ku bi nirxan û gelan bide qezenckirin sekna heyî ya berxwedana Rêber Apo ye. Û ew vîna ku pêşxistî vê statu û azadiya Kurdan mîsoger bike. Serdema em dijîn ji hemû deman cûdatir e û em dizanin ku wê roja reş vegere roja serkeftinê. Êdî kêlî kêliya binxistina komployê û mezinkirina xeta serkeftinê ye. Em bang li hemû derdor, enî, hunermend, rewşenbîr, mirovahiya azadîxwaz dikin ku roja 15’ê Sibatê tevlî çalakiya li Strasbourgê bibin. Êdî dem dema hilweşandina dîwarên Îmraliyê ne. Ya ku pêk bê jî wê teqez ew be. Bi vê hest û baweriyê divê em biherikin qada Strasbourgê û qêrîna hestên azadîxwaz a li dora Rêbertiya Azad mezin bikin. Dubare dubare komploya navdewletî şermezar dikin û dibêjin ku di şexsê azadiya Rêbertî de ya bi ser bikeve wê mirovahî be.”