TEV-ÇAND Ewropa: Bi hemû hêza xwe em li ber dagirker û xiyanetkaran rabibin

TEV-ÇAND Ewropayê, bal bir ser qetlîamên dewleta Tirk û got: "Em li dijî dagirker û xiyanetkaran dengê xwe bikin yek û ji bo yekitiya neteweyî bên ba hev."

Di daxuyaniya nivîskî ya TEV-ÇAND Ewropayê de wiha hat gotin: "Êrîşên dewleta Tirk li dijî çar aliyên Kurdistanê berdewam in. Ji Bakurê Kurdistanê ta Şengal, Rojava, Qendîl, Başûr tu roj nîn e ku êrîş li parçeyekê welatê me nebin. Dewleta Tirk herî dawî êrîş bir ser buroya KNK’ê ya li Hewlêrê, Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun kuşt, êrîş bir ser balafirgeha Erbeta Silêmaniyê û sê şervanên YNK’ê kuştin."

‘ÊRÎŞ LI HEMÛ KURDAN TÊN KIRIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:

"Lê di serî de dewleta Tirk, dagirker çi jî bibêjin, ji van êrîşan jî xuya ye; ev şer ne li dijî PKK’ê lê li dijî hemû Kurd û Kurdistanê ye.

Hemû Kurd û hêzên îdia dikin ku Kurdistanî ne, divê vê rastiyê bibînin:

Hevkariya bi dewleta Tirk re, xiyanet e; di serî de kedkarên çand-hunerê, me bang li hemû gelê me ye ku li ber van êrîşan û xiyanetê rabibin, dengê xwe bikin û ji bo yekitiya neteweyî bên ba hev.

Me bang li hemû hêzên Kurdistanî ye.

Em bi hemû hêza xwe li ber van êrîşan rabibin, xeta neteweyî qewîn bikin, wek hêzên Kurdistanî bibin yek, li dijî êrîşên dagirkeran em dengê xwe bikin yek. Em TEV-ÇAND, sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan û hemû gelê xwe dixwazin. Em soz didin ku em ê li dijî êrîşan gav ji paş re neavêjin, li şehîdên xwe bibin xwedî û li mezinkirina xeta neteweyî dewam bikin."