Tecrîda Îmraliyê li Stockholmê hate protestokirin
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye ji bo balkişandina li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê li pêşiya parlamentoyê çalakiyek hate lidarxistin.
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye ji bo balkişandina li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê li pêşiya parlamentoyê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakiyên protestoyê yên ji bo protestokirina bêdengiya hikûmetên Rojavayî û piştevaniya bi grevên birçîbûnê re li gelek welatên Ewropayê didomin.
Îro li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye li pêşiya parlamentoyaê çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û kesên li derdor têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hatin agahdarkirin. Piştî nîvro jî li îstasyona navenda bajêr pankart hate daliqandin.