Tecrîd û desteserkirina vîna Colemêrgê li Viyaniyê hat protestokirin

Li paytexta Awistirya Viyanayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina vîna Colemêrgê hat protestokirin.

Kurdistaniiyên ku di saet 17:00’an de li Neubaugasse li hev civiyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi çalakiyekî protesto kirin.

Di axaftinên mitîngê de hate diyarkirin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê vîna gelê Kurd tune dihesibîne, tu hiqûqê nas nake û hiqûqa mêtînkariyê pêk tîne û li diîj van banga berxwedanê hat kirin.

Çalakvanan bang li raya giştî ya Awistiryayê kirin ku li hemberî bêhiqûqiyên li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin û di nava piştevaniyê de bibin.

Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Dest nede vîna min”, “Qeyûm wê hesab bidin gel” bi dawî bû.