Tecrîd li sê navendên Fransayê hate protestokirin
CDK-F bi hemwext li 3 navendên Fransayê tecrîd protesto kir û banga beşdarbûna çalakiya Repûblîqûeyê kir.
CDK-F bi hemwext li 3 navendên Fransayê tecrîd protesto kir û banga beşdarbûna çalakiya Repûblîqûeyê kir.
Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransayê (CDK-F) li banliyonên Bakurê Fransa Vîllîers-le-Bel û Evry bi hemwext tecrîd protesto kir. Li bajarê Fransa Reîmsê jî bi çalakiyekê tecrîd hate protesto kirin. CDK-F di meşan de banga tevlîbûna çalakiya 16’ê Adarê (îro) seat 14:00’an ku ew ê li Qada Repûblîqûeyê ya Parîsê were lidarxistin û meşa 20’ê Adarê li Mantes laJolîeyê were lidarxistin, kir.
VÎLLÎERS-LE-BEL
Kurdistanî û dostên wan li banliyona Vîllîers-le Bel li pêşiya gara trenê li hev civiyan û meşiyan.
Meş li pêşiya garê destpê kir û bê navber dirûşmeyên protesto kirina tecrîdê hatin berz kirin û piştevaniya ji berxwedêrên grevên birçîbûnê re hate nîşandan. Girse dîsan li pêşiya garê kom bûn û bi axaftin û dirûşmeyan çalakî bidawî bû.
EVRY
Yek ji navendên meşê jî Evry bû. Bi giranî jin û zarok beşdarî meşê bûn û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ji Kurdistanê re çareseriya siyasî’, ‘Bimre rejîma Tirk a faşîst’, ‘Bimre Erdogan’ û ‘Em hemû PKK ne’ berz kirin.
Di çalakiyê de pankarta “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’, al û wêneyên Ocalan, PKK; YPG, TJK-E, Sakînce Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan û dovîzên grevên birçîbûnê hatin hildan.
REÎMS
Li bajarê Fransa Reîmsê jî bi armanca protesto kirina tecrîdê û piştgirîdayîna berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hate lidarxistin.
Meş li pêşiya navenda gara Reîmsê destpê kir û heta navenda bajêr dom kir.
Di meşê de dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Em hemû Leyla ne’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berz kirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.
Çalakiya xwedî derketina li daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê bi dirûşmeyan bidawî bû.