Tecrîd li Marsîlya û Stûttgartê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Marsîlya û Stûttgartê hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

MARSÎLYA

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; bi hev re serhildan" biryara çalakiyan dan, ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li qada Belle de Maî ya Marsîlyayê li hev kom bûn û meşiyan.

Meşê saet di 20:00 de dest pê kir û pankarta bi zimanê Fransî ya bi nivîsa "Azadî ji Rêber Ocalan re, bi hev re serhildan" hate hildan.

Ciwanan tevî hildana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê, her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" qîriyan û heta postaxaneya Belle de Maî meşiyan.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî aktîvîstên TCŞ'ê û TÊKO-JIN'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.

Ciwanan danê êvarê li hundirê treneke qelebalix alên bi nivîsa "KCK" û "Freedom For Ocalan" hildan û belavokek bi Elmanî xwendin.

Çalakiyê bala mirovên li hundirê trenê kişand û bi qîrîna dirûşmên "Es lebe Ocalan", "Freîheît Fur Ocalan, Frîeden în Kurdistan" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.