TCŞ û TekoJIN’ê li dijî tecrîdê banga seferberiyê kirin

Tevgera Ciwanên Ewropayê TCŞ û TekoJIN’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga seferberiyê kirin.

Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) bi daxuyaniyeke nivîskî li dijî tecrîda li Îmraliyê banga seferberiyê kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Ji ber tecrîda li ser Rêber Apo, 26 meh in agahî ji Rêber Apo nayê stendin. Dewleta Tirk a qirker û hêzên emperyalîst ên ku jendirmetiya wê dikin, ji bo tasfiyekirina tevgera me û destkeftiyên gelê me ji holê rakin, di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê Kurd û erdnîgariya wê bi komployê tasfiye û îmha bikin. Li hemberî vê polîtîkayê bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’hatin lidarxistin û gerîlayên azadiya Kurdistanê li her qadê komplo pûç kirine. Şefê faşîst Erdogan xwestiye hemû derfetên xwe seferber bike û dîktatoriya xwe bidomîne lê bi pêşengiya ciwanên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, gelê me pêşiya vî tiştî girtin. Hem gerîlayên azadiyê û hem jî Rêbertiya me bi paş ve gav neavêtin û berxwedaneke mezin hate destpêkirin. Li ser vê bingehê dewleta Tirk a qirker ji bo şikandina vê berxwedanê serî li polîtîkayên şerê taybet da û fikirî ku bi lîstikên qesrê dikare bi ser bikeve. Divê ciwanên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz li hemberî vê polîtîkaya şerê taybet haydar bin û li her qadê berxwedanê mezin bikin.

'GEL WÊ BI PÊŞENGIYA CIWANAN BI SER BIKEVIN’

Îro yekane rêya serhildan, şikandina tecrîdê, tinekirina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê berxwedana li qadan e. Helbet ev tecrîd ne tenê yekdestdariya dewleta dagirker e. Di pêvajoya ku em tê de ne, dewleta Tirk a dagirker û qirker ji bo bi temamî tinekirina Kurdan û tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê bi hevkariya hêzên emperyalîst dixwaze careke din êrîş bike. Dewleta Tirk a qirker ku di hemû hewldanên xwe yên berê de têk çû û li pêşberî tevgera me şikestineke mezin xwar, vê carê bi hemû hêza xwe êrîşên dagirkeriyê û tecrîda ku weke 'hebûn û tunebûnê' pênase dike, kûrtir dike. Ger ev êrîş di bin kontrola dagirker û hevkaran de bên kirin, divê li her cihê jî berxwedan wer ekirin.

‘EM BANG LI CIWANÊN KURDISTANÊ DIKIN KU BILA TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’

Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku di serî de li Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Awûstûrya û Îngilîstanê li dijî êrîş û polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk bênavber li qadan bin û li dora Rêbertiya me bibin xeleqeke ji agir.

Li hemberî me rastiya wisa ya dijmin heye ku ev dijmin tu heq û hiqûqê nas nake. Ev dijminê faşîst ê dagirker qetlîamên li ser gelê Kurd rewa dibîne, bi dagirkeriyê re dixwaze her derê dagir bike û ji xeynî qirkirinê tiştekî din nayê bîra wî. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku ji bo têkbirina dijminê mêtinger û ji bo parastina hebûna me, divê em serhildanan geş bikin. Ev roj hatiye ku em li dijî dagirkeran berxwedanê geş bikin. Wê tecrîd bişikê, ev rejîma dîktator wê biçe û wê gel bi pêşengiya gelan bi ser bikeve.”