TCŞ û TekoJIN’ê banga tevlêbûna meşa Kolnê kir
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kirin û gotin: “Divê em bi girseyî biherkîn Kolnê û li dijî hêzên ku jiyana bê Rêbertî li me ferz dikin, dengê xwe bilind bikin."
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kirin û gotin: “Divê em bi girseyî biherkîn Kolnê û li dijî hêzên ku jiyana bê Rêbertî li me ferz dikin, dengê xwe bilind bikin."
Komek ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê hatin ba hev û banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bê lidarxistin kirin.
Ciwanan diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama Komploya Navneteweyî de 25 sal in di pergala îşkenceya Îmraliyê de tê girtin û gotin: "Em ê li her qadê li dijî hêzên ku jiyaneke bê Rêbertî ferz dikin dengê xwe bilind bikin û dibêjin ku 'Em jiyana bê Rêbertî qebûl nakin', ji bo vê jî divê em di çarçoveya pêngava ‘Abdullah Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya siyasî’ a ku di 10’ê Cotmehê de li qada navneteweyî hat destpêkirin de biherikîn Kolnê.”
Ciwanan bang li her kesê kir ku tevlê meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin û gotin: “Divê em hemû ciwan bi taybetî jî ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan û têkoşînê bilind bikin.”