TCŞ û TekoJin dest bi pêngavek ji bo girtiyên siyasî kir

TCŞ û TekoJinê ji bo girtiyên siyasî bi dirûşmeya “Têkoşîna gelê Kurd ne sûc e; deng bide!” dest bi pêngaveke nû kir û bang li her kesê kir ku bibin dengê girtîgehan.

Tevgerên Ciwanên Şoreşger yên li Ewropa (TCŞ) û TekoJin ji bo girtiyên siyasî bi dirûşmeya“Têkoşîna gelê Kurd ne sûc e; deng bide!” dest bi pêngaveke nû kir.

Têkildarê pêngavê daxuyaniyek nivîskî hate dayin. Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser sûcên şer yên dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê Kurd û piştgiriya welatên Ewropa ji dewleta Tirk, her wiha bêdengiya wan li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên din û  hate gotin, “Gelê me ku koka xwe ji berxwedanê digire wê ne li beramberê destgîrkirin, girtin û zextên polîsên Ewropa yên faşîst bêdeng bimîne û ne jî xwe ji vegotina berxwedana destanî ya gelê Kurd wê xwe paşve bide.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku gelê Kurd yê di pençên qirkirinê de bû di encama têkoşîneke dijwar a nîv sedsalî de dest bi şikandina wê pençê qirkirinê kiriye û di têkoşîna netewîbûnê de destketiyên bêhempa bi dest xistiye. Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku welatên endamê Ewropa bi salan e di polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd de rolê sereke lîstine û tê xwestin ku gelê me yê li Ewropa dijîn li hemberê vê bêdeng bimînin.

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye ku ji ber gelê Kurd daxwaz û têkoşîna xwe tîne ziman radestê dewleta Tirk hatiye kirin yan jî bi vê rewşê re ew di bin gefê de dihêlin û wiha bang li welatên Ewropa bi taybetî Elmanya û Fransa tê kirin, “Di serî de Elmanya ku şirîkê êrişên dagirkirina Romanyayê ye, bang li Fransa û hemû dewletên din ên Ewropayê dikin ku dest jê vê helwesta xwe ya li hemberî can daxwazên gelê Kurd ku têkoşîna herî rewa ya cîhanê birêve dibe berdin.

Eşkere ye ku hûn êşkence li hevalên me yên digirin dikin û şertên giran li ser wan ferzdikin. Di vê çarçoveyê de emê ji teşhîrkirina vê durûtiya hemû dewletên Ewropa ku qaşo dersa demokrasî û mafê mirovan didin hemû cîhanê ti carî nesekinin û weke li her derê heyî em radigihînin ku emê berxwedanê bilind bikin.

Di serî de hevalê me Merdan Kizilkaya yê herî dawî li Elmanya hate girtin, em dixwazin ku demildest tecrîda li ser hevalên me yên li welatên cuda yên Ewropayê hatinî girtin were rakirin, girtî werin berdan û êrişên li hemberî saziyên me yekser bên sekinandin.”

Di daxuyaniyê de her wiha bal hatiye kişandin li ser destpêkirina pêngava nû ya “Têkoşîna gelê Kurd ne sûc e; deng bide!”  û bang li welatparêzan, hemû saziyên antîfaşîst û enternasyonal ên li Ewropayê kir ku ji bo xwedîderketina di serî de Merdan Kizilkaya hemû hevalên wan ên girtî yên di bin tecrîdê de tên ragirtin hat kirin.

Daxuyanî bi van gotinan hatiye bi dawîkirin; “Em jibîr nekin ev pêla desgîrkirin û girtinê ya li Ewropa li hemberî hevalên me, encax bi xwedîderketina gelê me ji hevalên me re û tevlêbûna ciwanan ya di nav pêngava xwe dikare bê valaderxistin.”