Taşdemîr: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîneke xurt û demdirêj heye

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr encamên Konferansa Jinan û siyaseta serdema nû ya jinan nirxand. Taşdemîr diyar kir ku ji bo têkbirina tecrîdkirina Ocalan pêwîstî bi têkoşîneke hîn xurt û demdirêj heye.

Beriya 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ku wê di 23'ê Sibatê de pêk were, di 18 û 19'ê Çileyê de Konferansa Jinan hatibû lidarxistin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji ANF'ê re axivî û diyarkir ku wan di Konferansa Jinan de beriya her tiştî pêvajo nirxandine.

Taşdemîr anî ziman, di siyaseta serdema nû de wê jin hewl bidin bi berxwedêrên cîhanê re têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Taşdemîr got, "Di pêvajoya kongreyê de em hem weke meclîsa jinan, hem jî rêxistinên xwe yên tevlîhev dikevin pêvajoyeke berfireh a nîqaşê. Me li Enqereyê bi beşdariya 300 delegeyî konferansek li dar xist. Beriya konferansa jinan jî me li Kurdistan û Tirkiyeyê li heft herêman konferansên jinan ê berfireh pêk anîn. Me hem pêvajoya siyasî nirxand, hem jî rewşa xwe ya rêxistinî, kêmasiyên xwe, xeta xwe ya têkoşînê ya serdema nû nîqaş kirin."

'SÎSTEMA ROJAVA BÛ ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ'

Dîlan Dîrayet Taşdemîr destnîşan kir ku ew li ser bandora şerê li Rojhilata Navîn a li têkoşîna jinê rawestiyan û got, "Niha li Tirkiye û Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime. Di navenda vî şerî de Rojhilata Navîn, li Rojhilata Navîn jî Kurdistan heye. Li ser bandora vê pêvajoyê li têkoşîna jinê me nîqaşên xurt kirin. Li dijî têkiliyên hêzên kapîtalîst û emperyalîst, li dijî statuya heyî yekemcer gelan helwestek nîşan dan, li ber rabûn. Ev yek jî di şexsê Şoreşa Rojava de kete pratîkê. Gelên herêmê bi cihêrengiya xwe bi hişmendiya hevpar li hev kom bûn. Dema ku mirov bala xwe bidin ser raperînên sedsala 21'ê wê bê dîtin, ku ji raperînên berê cudatir bi pêşengiya jinan tên kirin. Sîstema li Rojava derkete holê ji bo cîhanê bû çavkaniyeke sûdwergirtinê. Pêwîstî bi enternasyonekê heye û bi navê Meclîsa Jinan a HDP'ê me pêwîstî bi hevkarî û têkoşîna hevpar a bi berxwedanê li cîhanê re dîtin."

TÊKOŞÎNA DEMDIRÊJ Û XURT A LI DIJÎ TECRÎDÊ

Taşdemîr ragihand ku tecrîda bi rêk û pêk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji rojevên bingehîn ên konferansa wan bû û got, "Li dijî siyaseta şer, asîmîlasyon, qeyûm û polîtîkaya tinekirinê, niha zîhniyetek, modeleke xurt a têkoşîna polîtîk îdeolojîk heye. Bêguman ê ku rêbaz, bername û felsefeya vê têkoşînê afirandiye Birêz Abdullah Ocalan e. Li dijî Birêz Ocalan siyaseteke giran a tecrîdê heye. Hewl didin vê siyaseta tecrîdê girantir û civakî bikin. Em gihîştin wê baweriyê ku tecrîd yek ji rojevên me yên bingehîn e û li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîneke bi israr, xurt û demdirêj heye."

Taşdemîr bal kişand ser kongreya ku wê di 23'ê Sibatê de pêk bînin û got, "Hêvîdar im ku di kongreya me de wê jin hîn bêhtir karibin tevlî siyaseta demokratîk bibin û em ê HDP'yeke ber bi desthilatdariyê ve dimeşe bi hev re ava bikin."