Li hember planên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP’ê ya li dijî HDP’ê, ji Swêdê bertekên tund zêde dibin. Di civîna Komîsyona Têkiliyên Derve duh li Parlamentoyê Swêdê de, têkiliyên bi Tirkiyeyê re pêk anîn jî hate nîqaş kirin. Nûnerê Partiya Çep Hakan Svennelîng doza girtinê ya derbarê HDP’ê û xistina wekîltiya Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû jî anî rojevê, ji bo ku Swêd pêkanînan li ser Tirkiyê bike mijar anî rojeva Yekitiya Ewropa. Svennelîng ê bersiva pirsan dayî got ku wan geşedanên li Tirkiyê anîn rojeva Yekitiya Ewropayê. Svennelîng diyar kir ku wê di civîna Yekitiya Ewropa ya roja Dûşemê bê li darxistin de, wê zext û helwestên li Tirkiyê yên li ser HDP’ê û mûxalifan bînin rojevê.
Svennelîng di civîna Komîsyona Karên Derve ya Parlementoyê de diyar ku wê binpêkirinên mafan, hewldanên girtina HDP’ê û xistina wekîltiya Gergerlîoglu yên li Tirkiyê bînin rojeva YE ya Swêdê û daxwaz bikin cezayan li dijî Tirkiyê pêk bînin.
BERTEKÊN LI DIJÎ HEWLDANA GIRTINA HDP’Ê DIDOME
Wezîra Karên Derve Ann Lînde diyar kir ku ew ji ber biryarên li ser mûxalefet û nûneran bi fikarin. Ann Lînde li ser hesaba xwe ya medya civakî wiha got; “Em ji ber hewldana girtina HDP’ê û xistina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû û biryarên li Tirkiyê yên li ser mûxalefet û nûnerên siyasî bikarîn.”
Parlementera Partiya Çep Ilona Szatmarî Waldaû jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê piştevaniya xwe ya bi parlementerên HDP’ê re destnîşan kir.
Rojnamevan-Nivîskar Kûrdo Baksî jî di parvekirinên xwe yên li ser tevnên civakî de hewldanên girtina HDP’ê û xistina parlementeriya Gergerlîoglû şermezar kir.
Hediye Guzel a ku rêvebera sendîkaya çapemeniyê ya bi navê Vîsîon jî li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kir ku li ser hev girtina nûnerên ku gelên li Tirkiyê bijartî cihê şermê ye.
Endama Saziya Rêveberiya Sol Forûm a Navneteweyî Yekbûn Alp jî destnîşan kir ku rakirina pabendiya Gergerlîoglû derbeyeke li dijî daxwazên gel û şermek a dewleta Tirk e.
Parlementerê Serbixwe Amîneh Kakabaveh jî Yekitiya Ewropa û Swêda ku Erdoganê xwe weke desthilat bi nav dike ku bi rûxmê 2 sal û 6 meh ceza da yî Parlementerê HDP’ê Gergerlîoglû, ceza neke cihê rexnê ye.
Kakabaveh ê ku ji ANF’ê re axivî Swêda ku bi tundî bertek nîşanî hewldanên Tirkiyê ya ji bo girtina HDP’ê nade rexne kir. Kakabaveh got, “Civaka Navneteweyî û Yekitiya Ewropa çavê xwe ji wan re nagre. Pêwîste ji bo ewlekariya gelê Kurd û gelên kêm netew bikevin nava hewldanan.”
Bertekên tund ji Parlementoyên DYE, Elmanya û Ewropa li dijî hewldanên girtina partiya 3. Kurd a li Tirkiyê çêbûn.