Sûcên Tirkiye û Îranê kirine pêşkêşî Lînde kirin

Parlementerên li Parlementoya Swêdê mafê pirskirinê yê li wezîran bikar anî û binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiye û Îranê kirin rojev û daxwaz ji Wezîra Karê Derve Ann Lînde kirin ku li dijî sûcên rejîma Tirkiye-Îranê bibin xwedî helwest.

Roja Pêncşemê li Parlementoya Swêdê roja pirskirina ji wezîran bû. Parlementerê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkayên Derve Hakan Svennelîng sûcên şer û sûcên mirovayê yên Tirkiyeyê kir rojev, Parlementera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh têkildarî girtiyên siyasî û darvekirinên li Îranê pirs raberî Lînde kirin.

Svennelîg bal kişand ku Tirkiye li 5 welatên cîhanê şer daye destpêkirin û got: “Li Sûriyeyê leşkerên Tirk destpêkê ketin Efrînê, piştre jî kete Rojava. Hikûmeta Swêd û Siwêd ev şer şermezar kir.”

Svennelîg anî ziman ku Tirkiye bombe li kampên koçberna ên li Iraqê barandin û leşkerên peremilîter şandiye Lîbyayê. Svennelîg diyar kir ku Tirkiye li Qibrisê dest bi lêgerîna gaza xwezayî û petrolê kiriye, ev jî kir ku Yekîtiya Ewropayê guşaran li ser Tirkiyeyê pêk bîne.

Svennelîg nerazîbûn nîşanî Wezîra Karê Derve Ann Lînde ku di demek wiha krîtîk de behsa ‘hevkariya baş’ a li gel Tirkiyeyê dike da û got: “Niha ne demê parvekirina Twîtterên baş e. Niha demê bi vekirî bi Tirkiyeyê re axaftin e.”

Lînde xwe li nefamkirina pirsên Svennelîg anî der û diyar kir ku Swêd li dijî sûcên mafê mirovan û demokrasiyê yên Tirkiyeyê helwestekî vekirî nîşan daye, destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropa û Swêd li dijî ‘operasyonên leşkerî’ yên Tirkiye ya li Sûriyeyê jî derketiye.”

Svennelîg bal kişand ku di rewşa niha de Tirkiye li cîhanê welatê herî zêde şer derdixe ye û wiha pêde çû: “Dem hatiye ku êdî mirov vekirî baxive, dev ji gotinên biçûk berde.”

Lînde diyar kir ku di hevdîtina li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê mijara AGÎT a amadekariyê bicihbûnê dike kirine rojev û got: “Her demê şermezarkirin jî ne ramaneke baş e, nimûne me êrîşa li ser Bakurê Sûriyeyê ya leşkerî şermezar kir.”

Parlementera serbixwe Amîneh Kabaveh jî mafê axaftinê girt, girtina jinan a demê dawî kir rojev. Kakabaveh bal kişand ku 40 sal in li Îranê zext, êşkence, girtin û darvekirin didomin. Nasir Sotoûdeh û rêberê karkeran Azîmzadeh û gelek parêzvanên mafê mirovan bi sûcên bê bingeh li girtîgehê ne.

Kakabaveh diyar kir ku cezayê darvekirinê yê ji bo pehlîwan Navîd Afkarî hate birîn ji aliyê hamû camîeya sporê ve nerazîbûn hate nîşandan.

Lînde rexneyên berî niha yên ji bo Îranê dîsa rêz kir, diyar kir ku Wezîra Karê Derve li dijî cezayê mirinê ye, mijar bi rayedarên Îranê re nîqaş kirine û daxwaza rawestandina hemû darvekirinan daye.

Svennelîg li ser pirsa li ser nirxandinên Wezîra Karê Derve Ann Lînde ya têkildarî Tirkiyeyê ya li parlementoyê û bersivên wê yên ji bo wî diyar kir ku divê wezîra karê derve ya welatekê divê derbarê welatên ku şer derdixin xwedî nêrîn û helwest be.

Svennelîg diyar kir ku Tirkiye li 5 welatên cîhanê şer dike û got: “Kuştina mirovan, şer derxistin û ji bo şer derketinê tehdît kirin sûc e.Divê polîtîkayên emperyalîst ên rejîma Erdogan dişopîne ji aliyê cîhana derve re bê sekinandin.”

Svennelîg da xuyakirin ku Swêd li aliyekê li gel dagirkeriya Tirkiyeyê ye û li aliyê din binpêkirinên mafê mirovan rexne dike, dîsa heman demê çima rêveberên welat bi vekirî ji rexnekirinê xwe didin paş û got: “Ez wisa difikirim ku di vê demê de Swêd xwe amade dike ku bi erka welatekî ku li cîhanê diyalogê pêş bixe ye, girtiye. Lê naxwaze bibe welatekî ku bi dengê bilind, rexneyan li binpêkirinên mafê mirovan û binpêkirinên hiqûqa navneteweyî bike. Xwe amade dike ku bibe serokê AGÎT’ê û bi rola navbeynkariyê ya di navbera welatan de bilîze.