Sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li paytext Amsterdamê sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.
Li paytext Amsterdamê sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.
Piştî bajarê Arnhem ê Hollandayê, li paytext Amsterdamê jî standa ji belavoka 'Defend Rojava' hate vekirin.
Komuna Jinê ya Rojbîn a Amsterdamê li pêşiya Stasyona Amsterdam Centralê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) teşhîr kir.
Di çalakiyê de işaret bi qetilkirina zarokan a ji ber bombardûmanê, bombekirina embarên genim û çavkaniyên avê hate kirin ku sûcên li dijî mirovahiyê ne.
Çalakgeran her wiha nerazîbûn nîşanî polîtîkayên hêzên HTŞ'ê yên li dijî jinan û hevpeyvînên bi jinên li Sûriyeyê parve kirin.