Êrîşên li dijî gelên li Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Li bajarê Hamburg a Elmanyayê, êrîşên li dijî gelên li Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Hamburg a Elmanyayê, êrîşên li dijî gelên li Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Hamburg a Elmanyayê, li dijî hewldanên kuştin, desteserkirin, revandin û destdirêjiyê ya hêzên ser bi HTŞ’ê ya li dijî Elewiyên li Sûriyeyê meşek hat lidar xistin.
Nûnerên saziyên Elewiyan û partiyên siyasî, ku li Jûngferstîeg a weke semta herî qelebalix a Hamburgê tê naskirin hatin ba hev. Nûneran di çalakiya şermezarkirinê de destnîşan kirin ku gelên li Sûriyeyê dijîn tevî Elewî, Kurd, Ermenî, Êzidî û hindikayiyan di bin gefa komkujiyeke mezin de ne û bal kişandin ser girîngiya mezinkirina hevgirtina bi gelên Sûriyeyê re.
Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansû Ozdemîr got: “Kurd bi salan e ji bo hebûna xwe biparêzin li herêmê têdikoşin. Tevî ku tevahiya cîhanê şahidî ji têkoşîna destanwarî ya gelê Kurd a di berxwedana Kobanê de kir jî, hîna statuya li Rojava nehatiye naskirin. Pêwîste ev rêveberî were naskirin. Gotina Kurd bila çek danin, bi awayekî eşkere ji komkujiyan re, rê vekirin e. Têkoşîna ku jinên Kurd dimeşînin û dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê dirûşmek e, ji bo têkoşîna jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê."
Nûnerê Sûryanî jî got, "Weke gel berê jî em ji qirkirin û êrîşên mezin re derbas bûn. Em hem dîrok hem jî siberoja Sûriyê ne." Nûnerê ku anî ziman Sûriyê mozaîka gelan e, got desthilatdariya Îslamperest bi êrîşkirina kêmnetewan dixwaze vê mozaîkê tune bike.
Nûnerê ku li ser navê Navenda Elewiyan a Hamburgê axivî, jî da zanîn ku gelê Sûriyê ji dîktatorek xilas bûye, lê ketiye destê dîktatorek din. Nûner, anî ziman ku li hemberî Elewiyan êrîşek destpê kiriye û gelek Elewî hatine qetilkirin, hatine girtin û gelek ji wan jî neçar mane ji Sûriyeyê birevin.
Nûner, anî ziman ku ji bo pêşiya vê komkujiyê were girtin pêwîste piştgiriya navnetewî were xurtkirin û wiha axivî, "Roj, roja bi mirovên ku li wir dijîn re piştgirî mezinkirin e.”
Piştî axaftinan gel heta Parlementoya Hamburgê meşiya û bênavber dirûşmeyên, "Bijî Berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Hevgirtina Navneteweyî" berzkirin.