Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanyayê tê darizandin

Rojnameya Dîe Zeît bal kişand ser girtina siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan û şert û mercên girtîgehê û got: “Kurdek bi hinceta alîkariya pereyan kom kiriye, tê darizandin.”

Dîe Zeît ku yek ji rojanameyên heftane yên Elmanyayê ye, di hejmara xwe ya nû de têkildarî siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ku di Gulana 2021’an de hat girtin û ev saleke darizandina wî li Dadgeha Eyaleta Bilind a Frankfûrtê dewam dike, nûçe-dosyayek weşand. Nûçeya bi îmzeya Sîmon Langemann, nûçe bi sernava “Gelo ev mêr terorîst e?” weşand.

Rojnameyê bal kişand ser îdîanameya derbarê Ocalan ku bi îdîaya endamê “Rêxistina terorê ya biyanî” tê darizandin û wiha got: “Ji bo Abdullah Ocalan ku di jiyana xwe de tevlî ti çalakiyên şîdetê nebûye û tenê xebatên polîtîk meşandiye, dozgerî 5 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dixwaze.”

Rojnameyê da zanîn ku darizandina Abdullah Ocalan hatiye pêvajoya dawî û 11 Gulanê wê biryara nîhaî were kirin.

BI KELEPÇEKIRÎ TEDAWIYA WÎ HAT KIRIN

Rojanameyê bi bîr xist ku Ocalan sala borî li girtîgeha ku lê tê ragirtin, ji ber nerehetiyekê hat rakirina nexweşxaneyê û tedawiya wî bi kelepçekirî û di bin çavdêriya polîsan de hat kirin.

JI BO AKTÎVÎSTÊN KURD CEZAYÊN GIRAN TÊN XWESTIN

Li gel Abdullah Ocalan, ji bo siyasetmedar û aktîvîstên din ên Kurd ku li Elmanyayê tên darizandin, cezayên giran tên xwestin. Ji bo Ozgur A. ku li Koblenzê tê darizandin û Alî O. ku li Frankfûrtê tê darizandin, Serdozgerê Federal 5 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dixwaze. Ji bo darizandina Ozgur A. tê payîn ku roja 8’ê Gulanê biryarek bê dayîn.

Herî dawî heyeta dadgehê 3 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da aktîvîstê Kurd Mazlûm D. ku li Stûttgartê darizandina wî bi encam bû.