Siyasetmedar û perwerdekarê Kurd Baran rehmet kir -NÛ BÛ
Siyasetmedar û perwerdekarê Kurd Riza Baran li Berlîna Elmanyayê rehmet kir.
Siyasetmedar û perwerdekarê Kurd Riza Baran li Berlîna Elmanyayê rehmet kir.
Siyasetmedar û perwerdekarê Kurd Riza Baran vê sibehê li Berlîna Elmanyayê rehmet kir.
Baran di sala 1942’an de li Enqereyê ji dayik bûbû ji sala 1963’an û vir ve li Berlînê dijiya. Di ciwaniya xwe de di nav gelek saziyên Kurd û komeleyên Tirkiyeyê de cih girtibû.
Baran di sala 1991-1995’an de bûbû endamê Meclîsa Şaredariyua Kreûzbergê û di sala 1995’an de jî bi dengekî zêde ji lîsteya Partiya Keskan ketibû Meclîsa Eyaleta Berlînê. Baran Kurd di serî de ji bo mafên penaberan têdikoşiya.
Di sala 2019’an de ji ber xizmeta wî Rêveberiya Eyaleta Berlînê xelat dabû bû. Baran xelata xwe ji destê şaredarê Berlînê Mîchael Muller stendibû.
NAV-BERLÎN: EM GELEKÎ XEMGÎN BÛN
Navenda Kurdistaniyan a Azad a Berlînê (NAV-BERLÎN) derbarê wefata Riza Baran daxuyaniyek da û diyar kir ku Baran li Elmanyayê xizmeta gelê Kurd kiriye û ji bo mafên Kurdan têkoşiyaye. NAV-BERLÎN’ê got ku “Welatparêzekî mutewazî, dirust û kedkar bû. Hemû kesan jê hez dikir. Em gelekî xemgîn bûn. Malbata wî di serî de em ji hezkiriyên wî û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”