Sîxûrê MÎT'ê yê ku li Ewistûryayê hatî girtin li xwe mikur hat

Diyar bû endamê MÎT'ê yê ku hatî aşkerekirin li Ewistûryayê hatî girtin parçeyek ji tora sîxûran e ku rejîma Erdogan li Ewropayê daniye. Piştî ku li xwe mikur hat tê payin sîxûrêa ku navê wê tê veşartin, were berdan.

Wezîrê Karê Navxwe Karl Mehmmer Sêşemê ragihandibû piştî êrîşên nîjatperestên Tirk ên li paytext Wiyanayê endameka MÎT'a Tirk tespît kirine.

Derheqê sîxûrê ku nasnameya wê hatî veşartin agahiyên nû derketin holê. Li gorî lêkolîna ANF'ê endama îstîxbarata Tirk ku niha li girtîgeha Wiyaneyê tê girtn beriya ku were girtin li Eyaleta Jor a Ewistûryayê (Oberösterreich) dijiya.

Ev kesa ku beriya niha jî dema ku diçû Tirkiyê li Izmîrê hatî girtin û piştî ku soz dabû ku ji MÎT'ê re bişixule hatî berdan, diyar bû ku ji bo îstîxbarata Tirk dîsa li Ewistûryayê bixebite. Ev sîxûra ku tê diyarkirin jin e, Hezîrana bihurî dema êrîşên komên nîjatperest ên alîgirên AKP-MHP'ê bi profesyonelî dîmen digirt ketibû ber şopa polîsan û piştre jî hatibû destgîrkirin.

'PARÇEYEK JI TORA SÎXÛRIYÊ ME'

Hate tespîtkirin ku vê kesê bi telefona xwe peyam ji navenda MÎT'ê re nivisiye û di rapirsînê de li ber polîsan li xwe mikur hatiye. 

Vê kesê bi berfirehî gotiye bê ka ew çawa tevlî nav MÎT'ê bûye û diyar kiriye ku parçeyek ji tora sîxûrtiya rejîma Erdogan e ku li Ewropa ava kiriye, ku di serî de Kurd bi mebesta ku muxalîfan bişopînin ev tor hatiye avakirin. Jixwe wezîr Nehammer Sêşemê di daxuyaniya xwe de got, ''Derheqê kesa navborî me Elmanya agahdar kir.''

Guman ji sîxûra navborî tê birîn ku li ketiye nav hin komeleyên Tirkiyeyî yên li Ewirstûryayê jî û agahî tomar kirine. Ji ber ku van du salên dawî gelek kesên ku ji Ewistûrya çûne Tirkiyê li balefirgehê hatine girtin. Tê diyarkirin dema ku hinek ji van hatin destgîrkirin  polîsên Tirk dîmenên ku ji dizîka ve hatine girtin şanî wan daye û gotine, ''Em dizanin bê ka tu li Ewistûryayê çi dikî.''

Rapirsîna polîsên Ewistûryayê li ser têkiliya sîxûra hatî girtin û kesên ku li Tirkiyê hatine destgîrkirin didome. Her wiha hate diyarkirin sîxûra ku li xwe mikur hatî ji bo ku were berdan serdan kiriye. Lê daraza Ewistûryayê hê ti bersivek nedaye.