Serokê Parlamenta Brîtanyayê resepsiyona 'Newrozê' lidar xist

Serokê Parlamenta Îngilistanê Lîndsay Hoyle li rezîdansa li avahiya parlamentê malovanî ji resepsiyona Newrozê re kir.

Bi tevkariya Kurdîsh Progress, Serokê Parlamenta Îngilistanê Lîndsay Hoyle malovanî ji resepsiyona Newrozê re kir. Resepsiyon li States Roomê pêk hat.

Nûnerên KNK, Meclîsa Gelê Kurd, Rêxistinên Elewiyan, tevger û rêxistinên Kurdistanî, parlamenterên Îngiliz, gelek lord û kesayet tevlî resepsiyonê bûn.

Lîndsay Hoyle kêfxweşiya xwe anî ziman, ji ber ku malovaniyê ji resepsiyonê re dike û diyar kir ku haya wî ji zor û zehmetiyên li pêşiya gelê Kurd heye.

TÊ WATEYA QEBÛLKIRINA NASNAMEYA KURD

Hoyle anî ziman ku Kurd li welatê xwe zor, zehmetiyan dibîne, qedexe li wan tê ferzkirin û destnîşan kir ku lidarxistina resepsiyonê li salona meclîsê tê wateya qebûlkirina çand û nasnameya Kurdan.

Qisekerên din jî piştgirî dan gelê Kurd û diyar kirin ku ew bi têkoşîna Kurdan a li Tirkiye, Sûriye û Îranê re ne.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr li ser pirsgirêkên civaka Kurd ên li Îngilistanê pêşkêşî kir.

Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê Karwan Cemîl Tahîr jî spasiya amadekarên resepsiyonê kir.