BI DÎMEN

Serhildana cotkaran: Traktor ketin nava Brukselê

Li serî de Fransa li gelek welatên Ewropayê hêrsa cotkaran zêde dibe. Cotkar serê sibehê bi traktoran ketin nava bajarê Brukselê.

Cotkar, li dijî polîtîkayên Ewropayê yên ku hevgirtî nabînin, ji bo pêkanîna xwepêşandaneke mezin bi sedan traktorî ketin nava Brukselê.

Şêniyên Brukselê bi rêyên xitimî û dengê kornayên traktoran dest bi rojê kirin.

Li gorî polîsên Bruksel-Îxellesê, sibeha Pêncşemê nêzî hezar traktor ketin nava kolanên Brukselê. Traktor li qada navbera Rûe de la Loî û Place du Luksembûrgê kom dibin.

Cotkar ji xwe çend roj in li herêmên cuda yên welêt çalakiyên blokajê lidar dixin.

Di malperên parvekirina civakî de gelek bikarhêneran dîmenên kortejê parve kirin.

Tê payin ku sendîkayên cotkaran piştî danê nîvro bi Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Çandiniyê Berpirsyar Janûsz Wojcîechowskî re civînekê lidar bixin.

Cotkarên Belçîkî ku dane ser şopa cîranên xwe yên Fransî ji roja Înê ve çalakiyan dikin.

Cotkar ji bo berhemên xwe daxwaza hatineyek maqûl dikin.