BI DÎMEN

Serhildana cotkaran: Peykerê dîrokî yê li ber PE'yê hate şewitandin

Li paytexta Belçîka Brukselê, cotkarên ku li ber Parlamenta Ewropayê (PE) li hev kom bûn, peykerekî dîrokî ji şûna xwe rakirin û şewitandin.

Li dijî polîtîkayên Ewropayê ku cotkar hevnegirtî dibînin, ji bo xwepêşandaneke mezin bi sedan traktor ji welatên cuda li Brukselê li hev kom bûn.

Li gorî polîsên Bruksel-Îxellesê, sibeha Pêncşemê nêzî hezar traktor ketin nava kolanên Brukselê. Traktor li qada navbera Rûe de la Loî û Place du Luksembûrgê kom bûne.

Li qada Luksembûrgê li pêşiya Parlamenta Ewropayê rageşî serê sibehê zêde bû. Li qadê yek ji pênc peykerên li bîrdariya ji pêşengên endustriya pola ya Belçîkayê John Cockerîll ji aliyê xwepêşandêran ve hate şewitandin.

Xwepêşandêr û polîsan şer kirin. Li gel agirê li dora peyker her wiha gelek çop jî hate şewitandin. Dûyê reş bi ser qadê ket.

Cotkaran zibil û hêk avêtin pêşiya Parlamenta Ewropayê. Polîsan li dijî xwepêşandêran ava şid bi kar anîn.

Ji ber çalakiya cotkaran serê sibehê trafîka li gelek rêyên Belçîkayê xitimî. Li derdora Brukselê çalakiyên blokajê dewam dikin.

Di malperên parvekirina civakî de gelek bikarhêneran dîmenên kortejê parve kirin.

Tê payin ku sendîkayên cotkaran piştî danê nîvro bi Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Çandiniyê Berpirsyar Janûsz Wojcîechowskî re civînekê lidar bixin.

Cotkarên Belçîkî ku dane ser şopa cîranên xwe yên Fransî ji roja Înê ve çalakiyan dikin.

Cotkar ji bo berhemên xwe daxwaza hatineyek maqûl dikin.