Serdanên Kurdistaniyan ên ji bo Bagdûr û Kobanê didomin

Serdanên Kurdistaniyan ên ji bo Omer Bagdûr û Cemal Kobanê yên piştî berxwedana 118 rojan a ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan ketibûn grevê vegerabûn Kasselê bê navber didomin.

Serdanên Kurdistaniyan ên ji bo Omer Bagdûr û Cemal Kobanê yên piştî piştî berxwedana 118 rojan a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn grevê vegerabûn Kassel ê Elmanyayê bê navber didomin.

Omer Bagdûr û Cemal Kobanê yên piştî berxwedana bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji bajarê Kassel ê Elmanyayê tevlî grevê bibûn. Piştî 118 rojan a berxwedanê li ser banga Ocalan 26’ê Gulanê dawî li çalakiya xwe anîbû.

Her du berxwedêr piştî dermankirina 5 rojan û şûnde vegeriyabûna Kasselê.

Kurdistaniyên li Kassel û derdorî wê dijînî serdana Bagdûr û Kobanê dikin.